Zencefîl weka antîbakteriyel, antîvîral û antîenflamatûar tê bikaranîn. Dema weka çayê tê vexwarin, bi taybetî di dema ku jin bi hemlin, ji bo dilê wan nexele, dermanê herî baş e. Zencefîl, hem di dema rêwîtiya dirêj de, ji bo dilê mirov li hev nekeve jî dermanê herî baş e.
Zencefîl antî-tumore û bi vê tabetmendiya xwe, di seretana (kanser) ku tedawiya wan zahmete de, bi kontrola doktoran tê xwarin. Ji ber nahêle tumor zêde mezin bibin. Dema edaleyên mirov zêde diwestin, ji bo êşa wan kêm bibe, zencefîl tê bikaranîn. Zencefîl di nefestengiyê de, di kuxik, grip û serma sitendinê de, wek derman tê bikaranîn.
Zencefîl bexwedana bedenê zêde dike. Lê dibe ji bo nexweşên ku zexta wan zêde be an ji bo nexweşên ku dermanên şekir dixun, nebaş be.
Peyama Kurd