XWEZÎKA

Xwezîka serê sibê ji xew şiyar bûma

Mîna berê biçûk bûma

Li perê rasta gund  di nava lîskê de bûma

Li nav dehl û rezên gundiya dizê hinar û gwîza bûma

Xweska serê sibê ji xew şiyarbûma

Tev zarokan li dora bûka baranê

Li serê gir li hewşa mekan û ziyaretê

Li ser legana sawarê  de bûma

Bila xwezîka min bilîsta bi goka kevirî

Ez û hevalên  xwe li dûv kereng û pîvonga

Bigeriyana ha li vî girî ha li wî girî

û qe ji bo wê demê min îro nedaba girî

Bila carek din li pişt xaniyan

Me bilîsta bi dar û qîtkê

Û bera me daya  Hec izetê Hec Hefsê

Em ji ber cardin bireviyana

Wî li me bida bi kuç û kevira

Ji bo hilmek wê demê

Bila feda be ji sed salê hatinê

 

Şoreş Xursî

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *