TOBE KIRIN Û XÊRA TOBÊ

Tobe çi ye? Tobe: Ji bo ‘emelê ne qenc ‘emelê ku  Xwedê qedexe kiribe meriv ji wî  ‘emelê ji xwe re qedexe bike, paşê poşman bibe, poşmanîya xwe jî  bi dil û can pêşkêşî Xwedayê xwe bike. Tobe pêşperî Xwedayê xwe poşman buyîn e. Îbn-î Henbel (re) gotîye ku: ‘’Tobe bi carekî dinê venagerandina gunaha ye’’ Tobe dil ji xefletê hişyarkirin û teqwayê ve şûştin e.  ‘Emer bin ‘Ebdilezîz (re) jî vê derheqê da wuha dibêje: ‘’Heramî bi agir e, Lê ancax dilekî mirî dikare heramîyê bike. Eger dilekî sax (paqij) dest dirêjîya heramîyê bike ê tajana germahîyê hay jêbibe.’’

Li gor ‘Alîmên îslamê,  meriv her çi gunehî bike bîla bike, digel ji gunahê xwe tobe bike. Eger ev guneh bi tenê pêşberî Xwedê hatibe kirin, heqê benda dive tunebe.
Ji bona vî tobeyê sê merc hene:

1. Wî gunehî biterkîne.
2. Kirina wî gunehî poşman bibe.
3. Biryar bide xwe, carkî din jî wî gunehî neke.

Eger ku ji van her sê mercana yek jî jê kêm bibe, wê wextê tobe qebul nabe.

Lê belê ew gunehê hatiye kirine têkildarê heqê bendan be, ji xeyrî van her sê mercên me jorê gotubun, mercek din jî  lê zêde dibe. Dibe çar merc. Ew merc jî ev e: Meriv e heqê bende xelas bibe.
Eger ku ev heq malê dine be an jî tiştekî wusa be. Wî malî bidî xwedîyê mal, ancax vê teşê jê xilas dibe. Eger ev heq pişt gotin an jî xeyb be, ê ji wî merivî ‘efuyê  bixwaze. Eger ku ev heq yê cizayê be (wek buxtanê zînayê) wê wextê jî ê cizayê bikişîne.

Her çi guneh dibe bila bibe wextê meriv tobe bike, Xwedê jî toba wî merivî qebul dike. Lê belê merivek gunehên cur be cur kiribin, ji bo kîjan gunehê tobe kiribe, ew guneh ‘efu dibe. Lê belê gunehê wî yî dinê dimînin. Merivek dikare ji bo hemî gunehê xwe jî, tobe bike. Wê wextê jî hemî gunehên wî ‘efu dibe.

Meriv bê guneh nabin. Pêwîst e ku misilman her tim ji bo gunehên xwe tobe bikin. Xwe ji bispêrne Xwedayê xwe. Kirinên xwe jî poşman bin.

Resulê Xwedê (‘eleyselatu wesselam) gava jê pirskirine gotine: “Toba nesûh çawa ye? Gunahê hatiye kirine, ji wî gunehî wusa poşman bûyîn e, wusa ‘efuya xwe xwestine ku,  çawa şîr memika derdîkeve carekî din paş ve nakeve memikan.

Xwedê T’eala dixwaze ku bende ji wî ‘efuya xwe bixwaze, ji bo kirine xweyî ne qenc û ‘emelê xweyî pûç poşman bibe tobe bike.

Xwedê T’ala Qurana ‘Ezumuşşan de wuha ‘emir ferman kirîye:

“Lê belê ew ên ku poşman bûne, xwe sererast kirine, xwe jî dil bi Xwedê ve girtine û tenê jî Xwedê re ‘îbadetên xwe kirine, vêca ha ew (roja qiyametê) digel bawermendan in û Xwedê dê xelateke mezin bide bawermendan.” (Sureyê Nîsa 146)
“Lê belê ew ên ku berî hûn wan bigirin tobe kiribin (ew cuda ne), vêca bizanîn bi rastî ji Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.” (Sureyê Maîde 34)

“Vêca kî piştî (vê) neheqîya li xwe kirî, poşman bibe û hal û tevgeren xwe rast bike, bêguman Xwedê dê tobeya wî gebul bike. Bêguman Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.” (Sureya Maîde 39)

Pexemberê Xwedê gunehan nakin, ew bê guneh in. Xwedê T’ala  wan a ji gunehan parastine wan a ji gunehan berî ne. Dîsa jî pexemberê Xwedê tobe kiriye ‘efuya xwe ji Xwedayê xwe xwestiye.

Ebu hureyre (re) gotîye ku, li min  Hz.Peyxember (‘eleyselatu wesselam) ji wuha bihîst:
’Wallahî ez rojê heftê carî zêdetir Xwedayê xwe ‘efuya xwe dixwazim, tobe dikim’’ (Buharî-Tîrmîzî- Îbnî Mace)

Eqar Îbnî Yesar el-Muznî (ra) hatiye riwayet kirin ku Hz.Resulullah (‘eleyselatu wesselam) wuha kerem kirîye:
‘’Gelî merivno! Ji Xwedayê xwe ‘efuya xwe bixwazin û tobe bikin. Lewra ez rojê sed carî pêşberî Xwedayê xwe tobe dikim.’’ (Muslîm-Ebu Dawûd-Îbnî Mace)

Gelî misilmana! Digel em jî her tim ‘efu mexfîreta xwe Xwedayê xwe bixwazin, her tim tobe bikin. Ji bo Xwedê T’ala  jî me ‘efu mexfîret bike. Bihuşte (Cennet) de cîh bike Înşaallah.
Selam û Dia

Mehmet Emîn CAN

 

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply