Tiştên ku di Qur’anê de hatine qedexekirin, gelo ‘illetê wan li gorî çi tên tesbîtkirin?

Pirs: Qedexeyên di Qur’anê de ne, gelo digel ‘iletên xwe bi hev re ji aliyê Xwedê Teala ve hatine diyarkirin û qedexekirin. Mîna qedexebûna vexwarina tiştên ku serxweşiyê çêdikin, gelo bi diyarkirina ‘iletê wê yan jî bi qiyasê hatine tesbîtkirin û qedexekirin?

Bersiv: Ji bilî tiştên ku sirf ji bo ceribandin û îmtihankirinê ne, nayê tesewirkirin ku ferman û qedexeyên Xwedê Teala, bê sebeb bin. Lê belê, divê ‘ilet û hikmet bi hev neyên şaşkirin. Di Qur’anê de xemr, ango her tiştê dema bê xwarin, vexwarin an jî bê bikaranîn meriv serxweş bike, hatiye qedexekirin. ‘Iletê wê, mîna ku ji navê wê jî tê fêhmê, ji ber ku aqlê meriv dinixumîne ango bi sedem ku serxweşiyê çêdike.

Di vê rewşê de xemr, dibe qedexeyeke ku ‘iletê wê ji aliyê Şari‘ (Xwedê Teala) ve hatiye diyarkirin û ev qedexe hemî madeyên ku meriv pê serxweş dibe, di xwe de digire.

Hikmetê qedexebûna tiştên ku meriv bi wan serxweş dibe jî bi sedem ku karên nebaş ên şeytan in, neyartiyê dixin navbera mirovan û dibin asteng ji bo bîranîna Xwedê Teala.

‘Iletê herambûna faîzê jî ku meriv ji deynekî karekê bidest bixe û hemî karên bi vî awayî jî dibin faîz. Hikmetê qedexebûnê jî ji ber ku dibe sedem bo tengasî û qeyranên aborî û her wiha dibe sedem ji bo pêkhatina pergala kedxwarinê û hwd.

Aliyê herî girîng ji pirsa we; pêdiviya ku divê ‘iletê qedexeyan bi awayekî xweşik û rind bê tesbîtkirin. Ev ‘ilet jî bi awayekî teqez divê ku ji Qur’anê bê tesbîtkirin. Piştî tesbîta ‘iletê, mijara gelo çi dikeve bin vê yan nekevê, êdî ev dibe mijareke îctihadî. Xeletî û şaşiyên ku di vê astê de bên kirin, tên bexşandin. Encax meriv tesbîta ‘iletê bi xwe bi îctihadê bike, ev nayê qebûlkirin. Lewra ev nabe xeletî, belbî dibe zêdegavî û derbaskirina sînor.

Dr. Fatih Orum

fetwayenkurdi.com

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply