Tevahiya berhemên Bêbuhar hatin çapkirin

Hemû berhemên Yûsif Berazî ku wekî Bêbuhar tê naskirin bi sponsoriya Rûdawê hatin weşandin.

Karmendê Rûdawê Besam Mistema hemû berhemên Yûsif Berazî di 2 bergan de berhev kirin û bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê weşand.

Helbestvanê Kurd Yûsif Berazî [Bêbuhar] yek ji helbestvanên navdar ên Rojavayê Kurdistanê bû. Şiîr û helbestên wî di nav Kurdan de belav bûne û cihê xwe di nav dil û wijdana Kurdan de girtine.

Besam Mistefa di pêşgotina pirtûkê de wiha behsa çîroka  komkirin û çapkirina berhemên Bêbuhar dike:

“Yûsif Berazî (1931-2009) di roja 15.01.2009an de koça dawî kir. Di salvegera wî ya heştem de, ango di 15.01.2017an de, min raporeke taybet li ser rehmetiyê Bêbuhar amade kir ku li ser ekrana Rûdawê hate weşandin. Herwiha hevkarê min ê hêja Imer Kalo wê demê di Radyoya Rûdawê de Bultena Rojavayê Kurdistanê pêşkêş dikir. Imer wê rapora min dike dosyeya bultena xwe ya wê rojê û neviyê Bêbuhar Azad Berazî jî ji Serê Kaniyê dike mêvanê bultena xwe. Herdu bi berfirehî behsa kar, xebat, jiyan û berhemên Bêbuhar dikin. Bi taybetî balê dikişînin ser wê yerkê ku hîn gelek berhemên Bêbuhar destnivîs in û nehatine çapkirin. Kekê Azad diyar dike ku wan bi zor û zehmetiyeke pir mezin destnivîsên Bêbuhar parastine û tîne ziman ku ji ber şerê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê wan destnivîsên Bêbuhar ji bajarekî birine bajarekî din û bi gelek dijwariyan ew ji neman û windabûnê parastine. Lewra destnivîs li gelek deveran digerin wek Serê Kaniyê, Kobanê, Reqa, Amed û dîsa vedigerin Serê Kaniyê û piştre kekê Azad wan bi Imer Kalo re digihîne destê min li Hewlêrê.

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed jî li wê bultenê guhdarî dike. Hema ku bulten xilas dibe ew yekser pêwendiyê bi Kalo re dike û jê re dibêje pêwendiyê bi Azad re bike û bila wan destnivîs û hemû berhemên Bêbuhar bigihîne destê me û em ê wek Rûdaw hemû berhemên Bêbuhar ji nû ve çap bikin û diyarî malbata wî bikin. Di heman rojê de kekê Ako pêwendiyê ligel min dike û ji min re hizra xwe pêşniyar dike. Min jî wiha li kekê Ako vegerand û got: `Tu wek Kurdekî Başûrê Kurdistanê xwe didî ber karekî wiha, ma ez wek Kurdekî Rojavayê Kurdistanê çawa xwe nedim ber karekî wiha ji bo helbestvanekî Rovajayê Kurdistanê!` Bi kurtî ramana çapkirina vê kitêbê wiha derket holê.”

Gelek helbestên Bêbuhar bi dengê hunermend û stranbêjên Kurd bûne stran û dîlok. Yûsifê Berazî di jiyana xwe de gelek zehmetî û dijwarî derbas kirin û derdê xizanî û bindestiyê kişand. Wî gelek caran baca hizr û ramanên xwe yên neteweyî jî da û di zindanên neyarên gelê Kurd de rastî îşkenceyên pir mezin hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand.

Naveroka helbestên Bêbuhar bi awayekî giştî li ser êş û azarên miletê wî ye. Bêbuhar herdem axa û beg û sofî û melayên sexte yên ku ol bi awayekî çewt û ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bikar dianîn û Kurdên hejar pê dixapandin bi tundî rexne dike. Di vî warî de ew di bin bandora Seydayê Cegerxwîn de maye û xwe wek şagirtekî wî dibîne. Bêbuhar diqîre û hawar dike û doza yekîtiyê li gelê xwe dike. Herwiha doza pêşketin û xwendinê li kur û keçên gelê xwe dike. Ew helbestvanekî Kurdistanî ye, li ser hemû parçeyên Kurdistanê helbestan dinivîse û lîder û şehîdên Kurd pîroz û nemir dike. Herwiha dilê xwe yê nezik jî jir bîr nake û helbestên evîndariyê jî dinivîse.

Bêbuhar di sala 2009an de koça dawî kir û heta wê çaxê pênc dîwan çap kiribûn bi navên “Zindan ,Bang, Raperîn, Serxwebûn û Pêşketin.”

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply