Tag Archives: Çîrok

Çûk û Pîrê

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Carekê ji caran li gundekî pîrejinek hebû. Rojekê ji roja mevanên pîrê ten. Ji bo ku nanê xwe bi tenûrê wekê, hatibû serê tenûrê. Hundurê tenûrê tijî qirşik û darik û ardû dike lê tenûr pênakevê. Çiqas …

Read More »

Dara Xurmê

Darek xurmê ya Semret îbnî Cendeb hebû û di nav baxçê ji ensaran yekî de bû. Xaniyê vî ensarî di nav vî bexçeyî de bû û bi xanim û zarokên xwe re li vê derê rûdinişt. Semret car caran dihat û dara xwe dinêherî, xurme kom dikir. Bêguman çûn û …

Read More »

Her Çar Heywanên Di Bîrê De

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Di demeke gelekî kevin de roviyek hebû. Rojek ji rojan dikeve hundirê bîrekê de. Piştî ku gelekî li wir dimêne rojekê gurek tê serê bîrê. Li hundirê bîrê dimeyzêne û dibînê ku roviyek di hundûrûyê bîrê deye. …

Read More »

Giliyê cîran

Zilamek hate cem huzûra Resûlê Xwedê(sxl) û gazinç ji cîranê xwe kir û got: “Tahde  li min dike û aramiya min xira dike.” Resûlê Xwedê(sxl): “ Bêhna xwe fireh bike û guh nede heqereqa cîranê xwe, dibe ku xwe biguherîne, vegot. Cara duduyan jî hat û cîranê xwe şîkayet kir. …

Read More »

Teyrê Sîmir

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Zemanekî çûkek hebû. Navê wî Teyrê Sîmir bû. Gelekî bedew û xweşik bû. Ji bo ku helîna xwe çêbike li her deverê dinyayê digere. Rojekê darekê dibîne. Dar di nîvê çolekê deye. Teyrê Sîmir diçe hêlîna xwe …

Read More »

Mirmir

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Zilamek û jina wî hebûn. Kurikekî wan hate dinyayê. Ji ber ku geleki dikir mir mir navê wî Mirmir danîn. Bave Mirmir cotkari dikir. Piştî ku Mirmir mezin bû rojeke ji bavê xwe pirsi: – Yabo, îsal …

Read More »

Destana Dimdim Ya Çîrokî

Destana Dimdim li ser bûyereke dîrokî hatiye avakirin. Piştî ku ev bûyer wekî destan û serhatiyeke menzûm ketî li ser zimanê dengbêj û beytbêjan, bi awayekî rewanbêj û bi hûneren edebî ve xemilandî hatiye vegotin. Herwesa di bûyeran da jî hinek zêdekirin an jî kêmkirin çêbûne. Gelek tiştên bi rêka …

Read More »

Dibistan

Bi kuxika diya xwe ra, Şahîn çavên xwe yên reş ji hev vekirin, seriyê xwe li hundir maxa reş gerand, dît ku dayîka wî ya nexweş, li ber agirê pixarê rûniştiye û dikuxe. Wî nedixwest ji nav ciyê xwe yê germik rabe, lê dizanî ku berbange û divê ew here …

Read More »

Tişta Herî Xerab Çi Ye?

Dibên rojekê sê mirov ji hev dipirsin, dibên gelo tişta heri xerab çi ye? Yek dibê: Tişta herî xerab jina ne li rê ye. Yek dibê: Ciranê mirova yê xerab e. Yek jî dibê: Bira yê mirova ê xerab ji gişta xerabtir e. Vana pirr hevdu dibin û tînin, gelekî …

Read More »

Bilbil û Împaratorê Çînê (Beşa Duyem)

Di beşa yekemîn de, bilbilê binavûdeng ê daristanê, ku ji her derê dinyayê mirov dihatin li dengê wî guhdarî dikirin û li ser wî pirtûk dinivîsandin, li ser daxwaza împaratorê mezin ê Çînê li serayê, di qefeseke taybet de hat bicihkirin. Dema ku bilbil bi wî dengê xwe yê xweş …

Read More »