Sûç û Erîşkirin

Sûçê kuştina mirovan sûçe û bê telafiye, lewra kuştina yek zindiyek ango mirovek her wekî kuştina tevahî elemane.

Di êrişande kesên ku jiyana xwe ji dest didin bi gelenperî bê sûçin û kuştinê heq nakin û bi girêdeyî wan malbat û zarok henin, aqûbeta wan malbata dikevin nava xeteran.
Kujer ji bona xwe di ewlekariyê de navînin û hişmendiya wan a berheva fikran ramanan neyêt bikar anîn, hînga ji tirsa serî li kuştina mirovan ango mirovahî didin.
Kesên ku perpirsyarê koman rêxistinanin, ew mesûlê tevahî kujeranin û tewambarên kuştiyanin, lazime ew berpirsiyaran werin darizandin û ji nava koman rêxistinan û heta ji nava gelên sivîl jî werin dûrxistin.

Di qampekî ewlekerî de werin darizandin û anjî werin perwerde kirin heta ji hêsta mirovan û mirovahî par girtin û ango fem bikin ku hestên mirov pê dijîn û anjî jana êrîş û kuştinê di kîjan astê de bitesîre.

Lewra ew kesana bi hişmendiyek ne mirovahî dijîn, ji berku bi çavên dijwar hatine binirxkirin û li ser xeta esasê ku zindî hebûneke bê watedarin perwerde bûnin.
Fermandar an sivîlbe û anjî bi kincên resmî ê erka fermîbin, dema fermana êrişkirinê didin kesan anjî koma leşkeran, serkêş û serleşker bi nêrîneke kîndar êrişê mirovan dikin.
Lewra dema êriş dibin ser xaniyên kesên ku ji bona wan dijberin û anjî bi gora qanûna wan sûçdarî tewambarin, bi toqmaqê ku derî bi tevê yanderiyan ve hûr dikin dikevin xanî û bi êrişkirinek pir dijwar zarok û pîrekan bi malbatî dorpeç dikin. Va êrişkirina bi vî tevnê bi serê xwe sûçeke morovahî ye.

Di tu qanûnekî û olekî ango dînan de destûra êrişkirina ji bona kesekî sûçdar tevahî malbat were ceza kirin tune.
Lewra bi gora qûralên qanûna bi rêbaza dadî, lazime berê ku êriş bikin bi xetekî mirovahî serî li wan kesanan bidin û wan bixwazin dadgehê, hînga pirsgirêk bi tevnedariyek pir normal û demokratîk bersiva pirsan çareser dibin.
Gotinê bavkalane, dibêjin navê hevalê xwe bêje ez terîfa te ji tere bikim ka tu çiqasa mirovî û anjî hişmendiya te bi kîjan fikrê binirx bûye û tu çi difikirî.
Mixabin dewletên dagirkerd xû û xisyetên ên êrişkartî wekî toximê sûçan berhevî bikin di nava miletê kurd de binirx kirine.
Lewra bi tevehî bûyerên ku ne mirovahîne bi serê miletê kurde hatine bikar anînjî, bes kesên ku di nava rêxistinan de mesûlin û anjî di nava saziyan de rêveberin, bi heman tevnê dagirkerdan tevdigerin û lewra miletê kurd di navxwe de nikarin hêstên ji hev hezbikin û bibin yek deng yek dest.

Dewleta tirkiyê, îran ê, Înaq ê û sûryê bi salana bi teyareyên herbê êriş dikin ser bajar û deverên ku miletê kurd niştebicîhin, tevahî dewletên navnetewî dinavdenin û di qada sivîlde kulikê demokrasiyê danin serê xwe û binê simêlan de bi dewletên dagirdin re kenê rêdeyîna êrişkirinê re destûr didin.

Gelo ma êdî ne bese miletê kurd ji torbeyî birdozan û baweriya van dewletan derkevin.
Berê xwe bidin hev û bi tevahî gunehên hevde hev hembêz bikin û vegerin tûvê rûyê tevahî dewletên dagirkerd û wan dewletên navnetewî alîgirê şerin ji êrişkirinan re destûr didin bikin.

Behçet Ateş

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply