Li Serhedê bajarê (yê ku seranserê wê Kurd e) herî berfîreh û nîfûsa wê zêde Wan e. Hin deverên Wanê li ser Herêma Botan e: Çîyayê Mayê û Sipîrêz di nav Serhed û Botan de dibin sînor. Elbak û Nordiz (herêma Payîzava) li Herêma Botan dimînin. Heta em dikarin Westan jî, her çiqas ji hêla erdnîgarî ve pir nêzîkî Serhedê be jî wek devereke Botan bihesibînin. Herwiha Şax û Miks jî wek deverên Botan xwiya dikin.
Em dikarin çar çîyan di nabêna herêmên Serhed û Botan de wek sînor qebûl bikin: May, Sipîrêz, Başêt, Rimrim û Akul.
May û Sipîrêz Elbakê ji Serhedê vediqetîne. Başêt herêmên Payîzava (Gürpınar); Xawesor û Xoşebê li hêla Serhedê dihêle. Rimrim û Akul jî ji bo Miks û Westanê dibe sinorê Serhed û Botan.
Gelo hûn çi dibêjin?
Abdurrahman Onen