Sinnetê Nimêjê

Sinneta pêşî Nimêjê.

1– EZAN (BANGA ŞERÎF)

Ellahû Ekber – Ellahû Ekber

Ellahû Ekber – Ellahû Ekber

Eşhedu En La Îlahe Îllellah– Eşhedu En La Îlahe Îllellah

Eşhedu Enne Muhammeden Resulullah– Eşhedu Enne Muhammeden Resulullah

Heyye Elel Selah– Heyye Elel Selah

Heyye Elel Felah– Heyye Elel Felah

Ellahû Ekber– Ellahû Ekber

La Îlahe Îllallah

2-QAMET

Ellahû Ekber– Ellahû Ekber

Eşhedû En La Îlahe Îllellah

Eşhedû Enne Muhammeden Resulullah

Heyye Elel Selah

Heyye Elel Felah

Qet Qametî sela– Qet Qametî Sela

Ellahû Ekber– Ellahû Ekber

La Îlahe Îllallah

3– SUTRE:

Gava mirov nimêj bike cîhek lê nimêj dike baston, dîwar, bi tiştê wiha bide pêş nimêjê. Nimêjê wusa bike.

SINNETA NAV NIMÊJÊ:

Sinnete nav nimêjê du hebin;

1– Eb’az

2– Heyet

1– Eb’az;

Nimêj kirinede bi terikinî secde sehvê ve, cihê wî tijî dikî. Bi secde sehvê ve tê telafîkirin. Secda sehvê sinnet e.

Eb’az;

a. Tehiyata yekemîn.

b. Ji tehiyatê şûndetir selawat anîna ser Pêxember.

c. Ji bo tehiyatê rûniştandine.

d. Tehiyata dawî de selawat anîna ser Pêxember û malbata wî.

e. Nimêja sibe rekeata du da, yekjî meha remezanê nivî bu nimêja witr rekeata dawîda xwîndina dua’ye qunutê.

2– Heyet;

Heyet nîmêj kirinê de bi terkînî ne hewce kû secde sehve bikî. Secdê sehvê ji bo van ne sinnete.

a. Dest bilind kirina ji bo qamet girtinê xwuz buna û rabuna ruku ê.

b. Dest dayîne li ser destê cepê.

c. Qiyamê da dewsa sere xwe didî secdê binherî.

d. Piştî qamet kirtinê weccehtu bi xwînî.

e.Weccehtu şundetir “Euzu bîllahîmîneşşeytanîrrecîm”bixwînî.

f. Cîhek Qur’an eşkere bê xwîndin eşkere bi xwînî cîhek veşartî bê xwîndin, veşartî bi xwînî.

g. Fatihê şunde bêjî amîn.

h. Fatihê şunde suretek mayî bixwînî.

ı. Dema xwe xuskir “Ellahu Ekber”direj bike. Dema xwe rast kir “Semîellahu lîmen hemîde”dirêj bike û bixwîne.

i. Rukuê da “Subhanerebbîyel ezîm”bixwîne. Bi secdê de “Subhane rebbîyel e’la”bi xwîne.

j. Runiştina tehîyatê de her du deste xwe dayne li ser çokên xwe.

k. Bi runiştina ewil da îftîraş rune. Bi runiştina dawî da teweruk rune.

l. Selawata bide ser Hz. îbrahîm (e. s) tehîyatê da dua bike.

m. Nimêjê da selama dawî bide

n. Nimêjê da xwîndina Qur’an ê û zikir da qelbe mirov hişyar be.

SINNETE PIŞTÎ NIMÊJÊ;

1– Nimêjê şundetir zîkîr û dua kirin sinnete.

2– Nimêja ferz şundetir jî bo cîhe secdê zêde bin, nimêja zêde( nafîle)de cîhe xwe bigihure.

3– Mizgefte de jin hebin heta jin mîzgeftê da derkeve mêr cîhe xwe bisekine.

MEKRUHE NIMÊJÊ;

Sinneta nimêjê me jorê jimirîn dîji wan sinnetan her çi hebe mekruhe. Nimêjê da hin tişt hene kirina wan mekruhe terikandina wan sinnete wan tîştan jêrê eme wera bêjin.

1– Nîmêjê da sere xwe hevraz bejêr cep gerandin mekruhe.

2– Çeve xwe bilind kirin û hevraz kirin.

3– Nîmêjê da cekê xwe, ruye xwe û pore xwe ra lîstin mekruhe.

4– Waxta kû xwarin hat nimêj kirin mekruhe.

5– Hewceyî avdestxane hebe nimêj kirin mekruhe

6– Gava xewa mirov bê nimêj kirin mekruhe.

7– Çarşî, rê, dêr, hemam, goristan, deve ava, cihê wisa da nimêj kirin mekruhe.

 

JIN HIN BABETANMÊRA CUDATIR BIKIN;

Jin pênc tiştan mêra cudatir bikin sinnet e.

1– Jin secdê da bedene xwe bigîhîne hev.

2– Cem mêre mayî dengê xwe kêm bike.

3– Nimêj ê de cihê eşkere bên xwîndin jin veşartî bi xwîne.

4– Xeyrî ser çev û deste jina her cihê wan avrete.

5– Ji bo jina xwîndina banga şerîf (ezan), ne sinnete.

M.Emin CAN

Derbar M.Emin Can

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply