Herdem riya wî riya Xuda bû
Siltan Selâhaddîn Eyyûbî Kurdî
Herdem qalbê wî tiji îman bû
Siltan Selâhaddîn Eyyûbî Kurdî
Dema êrîşa Qudsê kir komê fileh
Selâhaddîn got ya Allah ya Allah
Jiyanê wan bêîmana ra kir dojeh
Siltan Selâhaddîn Eyyûbî Kurdî
Fetha Mescîdi Aqsa doza wî bû
Saya wî êrîşa xaçperesta dawî bû
Birîna hemû misilmana tedawî bû
Siltan Selâhaddîn Eyyûbî Kurdî
Ew Kurd bû qehremanê pir mezin
Li hemberê îslamê dilê wî tiji hezin
Wêrek bû neyar ra bêtirs û dil hesin
Siltan Selâhaddîn Eyyûbî Kurdî
-Ömer KURT-
www.candname.com