Şeva We Ya Beratê Pîroz Be!

Şeva Beraetê, di 15. şeva Şebanê de ye. Şeva Beraetê weke roj û şevên mibarek ê din, şeveke bi bereket e. Peyva “Beraet”ê, di wateya rizgarbûna ji guneh, suc, deyn û ceza ye.  Di vê şeva pîroz de, misliman berê xwe didin Xwedê; bi dua, tewbe, îstixfarê dikin û bexişandinê dixwazin.

Hz. Pêxember (s.x.l.) di mijara Şeva Beraetê de wuha dibêje: “Xwedê Teala di şeva panzdemînê Şebanê de, bi rehmeta xwe tecellî dike, yê ku bexişandinê dixwazin wana dibexişîne, yê ku merhemetê dixwazin rehmetê li wan dike, ew kesê ku kîn ketîye nava wan, wana jî di wî halî de dihêle.” (Et-tergib we’terhib, c,2, r,119 1968, Beyrut)

Çawa ji hedîsa şerîf tê fêmkirin, Xwedê Teala (c.c.) ew ebdên wî ye ku di vê şeva pîroz de berê xwe didine wî, wana dibexişîne û berata rizgarîyê dide wan.

Ji ber ku Şeva Beraetê di warê menewî de şeveke pir bi qîmete, divê mu’umîn vê şeva bimbarek, bi xwendina Qur’anâ Kerîm, bi zikir û istxfarê ihya bikin.

Şeva we ya beraetê pîroz û bimbarek be!

 Vehbî Vural

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply