Rojên Payîzê

Rojên Cotmehê demsala(werza) dawî ya payîza paşin de, gohdarî kirina ramanên di binbîra xwe de li xwe bigere,

Rojê bi tavê destpêk çiqas xweşe, xweşiya binbîra bi tirîncê tavê re dibe oksîjena hişmendî di mêjî de û rojên xwe nirxandin.

Li derekî ji bajêr dûr û li dora gola avê ji çiyan de diherike gol tije dibe ava xweza û dike xuşînî bi lez tere temaşekirin mirovan ji xewa mêjiyê razandî û hişmendiya bê fikir hêşar dike,

Hewa bi tav û cîhê bi oksîjen de meşa ji bona rawestandin bi dîmenekî xweş mirovan tevlê coşeke bi hêz dike.

Di rojên wisa xweş ên payîzê de, tu tişt wekî xwe kefşkirin bi wate mîne, qîmeta xwe, zanîna rastiyê û zanîna ku bi hezkirina xwe, tu tiştekî din ji bilî vîna azad bi qîmetirin tune ye.

Çiqasa xweş e ku meriv di vê nêrînê de hişê xwe bi berhevan, xwe biguherînê û ferê qîmeta tendirûstiyê xweşiya jiyana xwe be û jiyana ji bo xwe çiqas xweşe,
Romanek hilde destê xwe û bixwîne bila balê bide ser dîtina wê romanê, wekî jiyanek tevahî hevbeşe binirxîne û di her peyvê de li xwe bigere,

Jiyan a bê berxwedan bê qîmete, dibe rûmet ji bo nexweşiye û êşeke bê dermane, mirovan bê xîret dike, ji xweşiya jiyanê ji bo xwe dûr dikeve,
Nîne pîvanên xeravî armanc bibe dest dirêj kirin û bendê devê hevana şivan ji xewa şevê bê par dimîne.

Rojên heyva cotmeh payîza paşîn û demsala dawî de, jiyan kamil dibe û mirov bi xwe dihese, ne pir germe mirov dewxêlî bibe û nejî pir sare sarma zerarê bide bedenê lebat nexweş bikevin.

Behçet Ateş: 20-10-2024

About Behçet Ateş

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *