Rainer Maria Rilke, Ji Şairekî Ciwan Re Name

Nameyên ku helbestvanê navdar Rilke, ji şairê ciwan Franz Xaver Kappus re şandin, êdî bi kurmancî ne. Berhema qedirgiran “Rainer Maria Rilke, Ji Şairekî Ciwan Re Name” bi wergera Abdullah Încekan, ji weşanên Nûbiharê derket.

Her kesê ku riya wî bi edebiyata modern ya cîhanê ketiye, bi awayekî navê şairê modern yê elman, Rainer Maria Rilke (1875-1926) bihîstiye. Bi vê taybetiya xwe wî ne tenê di edebiyata Elmanî de, herwiha di nava kanona şiîra cîhanê de jî ji xwe re cihekî taybet ava kiriye.

Di vê kitêbê de rilke di deh nameyan de fikr û ramanên xwe yên derheqê mijarên wek edebiyat û nivîskarî, jiyan û mirin, bûn û xwedîbûn, tenêtî û civakê rave dike. Ne tenê naveroka nameyan, şêweya Rilke jî riya fikrên nû ji xwendevanan re vedike. Her nameyeke Rilke, mîna ceribandineke felsefîk e.

Wekî amadekarê kitêbê Franz Xaver Kappus gotiye: “û gava li ciyekî yekî mezin û tekane qise dike, divê yên piçûk bêdeng bin.”

Pirtûk: Rainer Maria Rilke, Ji Şairekî Ciwan Re Name
Werger: Abdullah Încekan
Weşanxane: Nûbihar

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply