Remezan Meha Quran û Rojiyê Ye (Xutbe)

 

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُتِبَ عَلَيْكُمُ الصِّيَامُ كَمَا كُتِبَ عَلَى الَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ (183) البقرة

Bawermendên birûmet!

Em di wê meha gelek  mubarek  û pîroz de ne  ku  deriyên bihitê tê de tên vekirin, deriyên dojehê tên girtin û şeytan tên zincîrkirin. Ew Qurana ku ji mirovahiyê re şîfa, hîdayet û rêber e di vê mehê de daketiye. Quranek wisa ye ku serkaniya jiyanê ye. Ew jiyana bêyî Quranê derbas bûyî çi li ser rûyê erdê û çi jî li binê wê be, wê her tim di hesreta xweşiyê de be. Ji bo vê yekê ew mirovahiya ku bi hezaran ji cûreyên belayan ve hatî dorpêçkirin,  ger xweşî û aramiyê bixwaze, pêwîst e ji hêla exlaqî, civakî, siyasî, hiquqî- aborî û di her qadê jiyanê de, li gor hukmê Quranê xwe bi rêk û pêk bike. Lewre heyata Quran tê de nehatibe rêkûpêkkirin seranser perîşan e. Civaka wê perîşan e, exlaqê wê perîşan e, hiquqa wê perîşan e, aboriya wê perîşan e û dinya û axreta wê jî perîşan e. Ji bo vê yekê pêwîst e em di bin emr û fermanên wê de tevbigerin. Lewre Xuda Teala dibêje: “Ew Quranek wisa ye ku ji temamê însanan re hîdayet e.”

Misilmanên birûmet!

Xuda Teala ji bo ku însanan bikemilîne û perwerde bike, emr û wesiyetên cûrbicûr lê kirin e. Di serê yek ji emr û wesiyetên wî de, rojî tê. Rojî di sala  hicretê ya duyemîn de hatiye ferzkirin. Di ayeta ku min di serî de xwendî de, Xuda Teala wiha ferman dike:” : “Gelî bawermendan! Rojîgirtin, çawa li ser umetên pêşiya we hatibû ferzkirin, her wiha li ser we jî hatiye ferzkirin da ku hûn (ji xezeba Xuda) xwe biparêzin.”[1] Meha remezanê meha rojiyê ye. Rojî, vekirina qelbê bes ji Xuda Teala re û nêrîna wî ya dinya û jiyanê jî divê li gor teşeya ku Xuda emr kiriye be. Nexwe rojî ne ew e ku mirov  bes bê xwarin û vexwarin bimîne.

Ji bo vê yekê misilman ji ber ku emrê Xuda ye, wê rojî bigire. ji bo razîbûna Xuda, wê îbadet bike. ji boyî Xuda, wê terka hewayê nefsê bike û ji bo Xuda  ji guneh, xirabî û temamê tiştê feyda dîn û dinya wî tê de tune ye, wê xwe dûr bike. Ji ber ku însan xelîfê Xuda ye li ser rûyê erdê, neçar e ku jiyana xwe li gor emrê Xuda bimeşîne. Wateya rojî, nimêj, zekat û temamê îbadetan jî ev e. Kesê rojî bigire û nimêj bike, lê jiyana wî li dijî jiyana Îslamê be, tu qîmet ji tîbûn û birçîbûna wî re tune ye. Ji bo vê yekê pêxemberê me wiha dibêje: “Gelek rojîgir hene ji wê rojiya wan bes tîbûn û gelekên ku bi şev îbadet jî dikin ji wan re bes ew bêxewî heye.[2]

Misilmanên birûmet!

Di serê xutba xwe de me gotibû Remezan meha Quran û rojiyê ye. Ji bo vê yekê em dilê xwe bi şîfaya Qur’anê û rehmeta rojiyê sax bikin temamê îbadetê xwe bi dil û can bikin. Şert û mercên me çi dibin bila bibin, em xwe ji şerê şeytan û nefsê biparêzin. Ez xutbeya xwe bi wateya hedîseke pêxember diqedînim: “Rojî û Quran di roja qîyametê de ji xweyiyên xwe re şefaetkar in. Rojî dibêje: Ya Rebî ez bûm bertek ji xwarin, vexwarin û daxwazên wî yên nefsê re. Tu şefaeta min jê re qebûl bike. Quran jî dibêje: Ez bûm bertek ji xewa wî ya şevê re, şefaeta min jê re qebûl bike. Her du şefaetkar in.”[3]

 

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

 

[1] El – Beqere 183
[2] Îbnî mace et Tac c.2 s 61
[3] Ehmed , Teberanî camîûssexîr c.2 s 44

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply