“Rakirin” bi lehceyên kurdî

Husein Muhammed

Di kurmancî de peyva “rakirin” tê maneya “bilind kirin, hildan, ber bi jor ve birin”.

Hevreha wê wek “rakirdin” di soranî û wek “rakerdene” (bi hin devokên zazakî “akerdene”) di zazakî de jî peyda dibe.

Lê maneya vê peyvê di her yekê ji van zaravayan de cuda ye.

Di soranî de “rakirdin” maneya “bilind kirin” nade lê ew tê wateya “revîn, bazdan, xwe jê xilas kirin” e.

Di zazakî de “rakerdene” wateya “bilind kirin”ê nade lê ew tê wateya wê di devoka dêrsimî de “vekirin” ya kurmancî. Di devoka siwêregî de jî ew maneya “raxistin, raêxistin” ya kurmancî dide.

Kerem bikin em “rakirin”ê bi wêneyan berçav bikin:

rakirin

rakirdin

Closeup on the hand of a woman as she is opening a door at night

 

https://zimannas.wordpress.com/2016/04/06/rakirin-bi-lehceyen-kurdi/, 06.04.2016

Etîket: watenasî, zaravanasî, Zimannas

Gotara berê:

Gotara piştî:

Şîroveyekê bihêle