Piştî Remezanê (Xutbe)

 يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اتَّقُوا اللَّهَ وَلْتَنْظُرْ نَفْسٌ مَا قَدَّمَتْ لِغَدٍ وَاتَّقُوا اللَّهَ إِنَّ اللَّهَ خَبِيرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ (18) الحشر

Bawermendên birûmet!

Em hatin dawiya meha Remezana pîroz. Di vê mewsîma xêr û bereketê de, me emrê Xuda anî cî, rojiyên xwe girtin, terewîhên xwe kirin, ji guneh û kiryarên xwe yên neqenc tobe kirin û li hember Xudayê mezin peywirên xwe yên benîtiyê anîn cî.

Misilmanên birûmet!

Li hember Xudayê mezin berpirsiyariya me bes ne di meha Remezanê de bi tenê ye. Emrê dînê me, ne weke wan cilên ku mewsîma wan derbas dibe, mirov ji xwe dike û diavêje aliyekî. Ji bo vê yekê ew îbadetên di meha Remezana pîroz de ku bê navber me dikir, li ser wan dewam bikin û li wan gunehên ku me terikandî careke din venegerin. Çawa ku ew gunehên ji bo rêzgirtina meha Remezana pîroz me terikandî, me dilşa dike, her wiha vegerandina bal wan ve jî me xemgîn dike.

Misilmanên birûmet!

Çawa tê zanîn pêdivîyên însanî yên madî û menewî hene. Çawa ku bedena mirov bi xwarinên madî tê xwedîkirin her wiha rihê mirov jî dê bi wan xwarinên menewî yên ku îbadet e, her tim were dewam kirin. Çawa ku di heftiyê û yan jî di salê de, xwarin û vexwarinên carekê pêdiviyên nefsê yên madî naynin cî, her wiha di heftiyê de jî nimêjkirina înê û yan jî di salê de, îbadetkirina di rojiyê de jî pêdiviyên menewî naynin cî. Ji bo vê yekê pêwîst e em wan exlaq û emelên qenc ku di meha Remezana pîroz de me bi dest xistî, heta dawiya jiyana xwe li ser wan dewam bikin. Lewre temenê herî qenc ew e ku ji bo razîbûna Xuda, sebirkirina li ser îbadetê ye. Jin û mêrên misilman, ji balixbûnê heta nefesa xwe ya dawîn neçar in ku ji Xuda Teala re îbadetê bikin. Lewre Xuda Teala di van ayetên kerîme de vê rastiyê bi me dide zanîn. Ew wiha ferman dike: “Îbadeta Rebê xwe bike, heta ku mirina te bê.” [1]“Gelî bawermendan! Ji Xuda Teala bitirsin û bila her kes binêre ka ji bo sibehê (roja qîyametê) çi amade kiriye (û li pêşiya xwe çi rê kiriye). Ji Xuda bitirsin, bi rastî Xuda Teala, ji kirinên we agahdar e.”[2] Xuda Teala bi vê ayeta kerîme me hişyar dike û ji me dixwaze ku li hember emr  û qedexeyên wî miqate bin û amadekariyan ji bo roja dûmahiyê bikin. Ez xutbeya xwe bi hedîseke pêxemberê me diqedînim. Ew wiha dibêje: “ Emelê herî qenc li cem Xuda ew e ku [3] berdewam be welew ku hindik be jî.” Ji Xudayê mezin hêvî dikim ku me tevan li ser sihet afiyetê bigihîjînê gelek Remezanên din.

[1] El-Hicr 99

[2] El-Heşr 18

[3]  Muslim Fedaîl 75.

Mele Cewadê Girdarî
Dema weşandinê ya di Çandnameyê de: 30.06.2017

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply