Pirtûka “Dersên Civakî”

Ev kitêb, ji eserên “Seîdê Berê” pêk tê. Gava meriv qala “Seîdê Berê” dike, tavilê salên bi ba û bahoz ên beriya Meşrûtiyeta II. û salên piştî wê tên bîra meriv. Ev salên han, bêguman ew sal in ku Împaratoriya Osmanî ji aliyekî ve bi pirsgirêkên nav xwe yên guherînxwaziyê re mijûl dibû û ji hêla din ve jî cehd dikir ku xwe bighîne wan pêşketinên dervayê xwe û herweha jiyana xwe berdewam bike. Di vê serdemê de, çi rêvebir û rîcalên dewleta Osmanî û çi jî rewşenbîr û ulemayê ku desteya sivîl temsîl dikin, di nav wê cendereya man û nemanê de, li dû çareseriya pirsgirikên bêeman, digeriyan û diqilqilîn.

Civata Osmaniya wê demê, di nav çelqîn û heylebeyleke civakî, çandî û siyasî de ye. Palpişt û sipartekên statukoparêzên li hemberî guherîna bêeman in, zeîf in. Alîgirên guherînê jî, ji du qisman pêk tên. Yên ku di grûba pêşîn de cîh digrin, bi piranî ji derdora Îttihad û Teraqiyê ne û di bin bandora fikriyata felsefî ya materyalîst û pozîtîvîst û eksa wê ya civakî, çandî û ekonomîk a Ewrûpaya wê rojê de ne. Tereftarên guherînê yên ku di grûba duduyan de cîh digrin jî, dîndar û muhefezekar in. Di wê bîr û baweriyê de ne ku guherîn, bi awayê meşa xwe ya tebiî, zerûrî ye. Lê gava guherînê diparêzin, bi fêm û feraseteke li ser esasê “pêşerojeke ku rehên wê li paşerojê ye”, ray û raman derpêş dikin û rê nîşan didin.

Seydayê Bedîuzzeman, li ser îcaba nûjenkirina saziyên kevnare yên dewleta Osmanî disekinî û ihtiyacên ewladê zeman ên rewşa nû dianî ziman. Hezretî Ustadê ku tenzîm û sererastkirinên li gor dem û dewranê zerûrî didît, geh daxwazname dinivîse ji Ebdulhemîdê II. re ku padîşahê Osmanî yê wê demê ye û xwestekên xwe pêşkêş dike; geh bi pêştatirên Îttihad û Teraqqiyê re dikeve nav diyalogê û dixwaze wan bîne rê; geh bang û xîtabê eskeran dike- her wekî ya di bûyera 31ê Adarê de- da ku tabûrên îsyankar biselihîne û bisitirîne; geh li kolan û meydanan xîtabî gel dike ji ber îlana meşrûtiyetê; geh li nav êl û eşîrên Kurdan, li gund û bajarên wan digere û dersa azadî û yekîtiyê dide wan; geh fîîlen dibe avakar û endamê cemiyet û komeleyan ji bo xizmeta dîn û welat, bo pêşxistina îlm û hîkmetê, bo îrşadê û nîşandana îstiqametê. Seydayê Kurdî, rewşa civatê ya etnîk û dînî melheze dike û cehd dike ku di nav pîvanên medenî de û li ser esasên heq û edaletê, aheng û xala wan a muşterek bi dest bixe. Lewma di vê mijarê de rîsale û meqaleyan dinivîse û carnan jî nutûq dide û xeberdanên şifahî dike; da ku him rêvebir û siyasetmedaran îqaz bike û him jî gel hişyar û haydar bike.
Hezretî Ustad didît ku alema esra bîstan, di nav guherîn û qulibîneke zerûrî de ye û lewma digot “Halê berê muhal; yan nû hal, yan îzmîhlal” û li ser zerûriyeta bi cîhanîna esasên ku meriv li dû medeniyeta hemdem û teknolojiyê nehêle û heta jê derbastir bike, disekinî û wan destnîşan dikir.

Mela Seîdê Kurdî yê ku digot “Ez li ser wan fikr û nêrînên xwe me ku min di rojname û kovaran de weşandine. Fikr û nêrînên min, xwedî xesiyeteke wisa nin ku li her der û dewranê carî û muteber in. Lewra ji bo heq û heqîqetê, murûrê zeman û ketina ji hukum, ne mumkun e”, balê dikişand ser evê yekê ku beşerê hişyar û milletê ku bi xwe hesiyaye, ne mumkun e ku êdî bi demogojî û cerbezeyan bê xapandinê.

Bi kurtasî Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî di vê dewrê de ku wek “Seîdê Berê” bi nav dike, destek daye wan hereketên azadîxwaz û meşrûtiyetparêz ên ku li hemberî mutlaqiyet û zordestiyê têdikoşîn. Xelasiya alema Îslamê, di rizgariya ji hemû cureyên îstibdad û zordestiyê de û di vekirina deriyên beyan û raman a azadane de didît.

Seydayê Bedîuzzeman, wek tembîh û tewsiye destnîşan kiriye ku divê her du heyatên wî yên ku wek “Seîdê Berê” û “Seîdê Nû” li gor dem û dewrê beş kiriye, bi hev re bên mulehezekirin û nirxandinê. Digel dersên ku “Seîdê Nû” ji medreseya Qur’anê dane, ders û qisedanên civakî yên wek Xutbeya Şamê û Zeylên wê ku “Seîdê Berê” ji medreseya jiyana civakî wergirtiye jî, wek esas bên qebûlkirinê û bêne xwendinê.

Rîsale û maqaleyên ku di kitêbê de cîh digrin, eynî bi wî şiklê xwe yê eslî û orjînal ê dema çapa ewil a berê, hatine çapkirinê. Rêza rîsale û maqaleyan, li gor tarîxa weşana wan, hatine rêzkirinê. Di rîsale û maqaleyan de, Hezretî Ustad wê demê îmza û navê xwe çawa nivîsîbe, me jî eynî wisa hîşt. Di dawiya kitêbê de, resmên qapaxên eserên “Seîdê Berê” û fotoqopiya hemû maqaleyan, bi şiklê wan ên orjînal, hatine bicîhkirinê. Sebebê weşana vê kitêbê ya di bin vî navî (Dersên Civakî) de, ji ber vê îlham û îşaretê ye ku Hezretî Ustad, berhemên xwe yên “Seîdê Berê” bi gotina “dersên civakî” pêşkêşî telebeyên xwe dike.

Me di Dersên Civakî de jî meal û maneyên ayet û hedîs û îbareyên Erebî û Farisî li bin rûpelan nivîsî. Her wisa jî me danezanîna kes û bûyer û istilahên di kitêbê de kir di dawiya kitêbê de û di bin sernavê “kesayet û têgeh” de.

Ji me xebat û hereket, ji Xweda xêr û bereket.
 Weşanxaneya Zehra

***

Wergêr
Ayhan YILDIZ  (Nutûq, Xutbeya Şamê, Munazerat, Nuqte, Şuaat, Meqalat)
Aziz SAMUR (Devaul Ye’s, Şeş Pêngav, Dendikên Heqîqetê I-II, Tulûat, Îşarat)
Mela Îbrahim Xelîlê AMEDΠ (Dîwana Herba Urfî, Sunûhat, Rumûz)

 

(Ev nivis ji malpera zehrayayincilik.com de hatiye vergirtin)

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply