Pirsên Kalêmêr û Mela Yasîn (Hîkaye)

Mela Yasîn hê nû bibû mela. Ji bo melatiya gundê Qeremûsana Çêrmûgê hatibû tayîn kirin. Mela Yasîn berî ku dest bi wezîfeya xwe bike çû gundê Qeremûsanê da ku bibîne ka hela gundekî çawa ye xaniyê mela heye tuneye wê li ku bimîne û hwd.

Li nîzikê mizgeftê ji dolmişê peya bû û berê xwe da mizgeftê hê negihiştibû mizgeftê dît ku çend kalemêr li bin darê rûniştine suhbetê dikin. Mela silav li wan da û xwest derbas bibe. Kalemêrekî silava wî girt û got: “Merheba xorto ka hela were tu çi kes î, ji ku derê tê diçî ku derê ?”
Mela Yasîn çû cem wan û got: “ez melayê wî gundî me hê tayîna min nû derket, min xwest ku berî ku mala xwe bînim werim gund bibînim”.

Kalemêr got:”Ka hela rûne madem tu mela yî îca çend pirsên min hene”

Mela got: “Kerm bike çi ne pirsên te?”

Kalemêr got:

“1. Sûreya Quranê ya ku tîpa mîm ê (م)tê de nîne kîjan sûre ye?

2. Dara ku bê kulîlk fêkiyan dide kîjan dar e?

3. Boçika bizinê çima rep e?”

Mela Yasîn di ber xwe de fikirî û got: – Ez bersiva van pirsên te nizanim.

Kalemêr got : Hê tu bersivên van pirsan nizanî tu yê çawa ji me re melatiyê bikî? De ka rabe here Xwedê karê te li hev bihîne.

Mela bi dilekî şikestî, bi moralekî xerab rabû çû  li mizgeftê nerî û muxtar jî hat cem û bi hev re li xaniyê mela jî mêze kirin û hinekî li ser rewşê peyivîn û Mela xatir xwest û çû mala xwe.
Mela piştî gihîşt mala xwe derbasî hundur bû destê bavê xwe ramûsa û li jêrê odeyê rûnişt bavê dît ku moralê wî ne li cî ye got : Yasînê min te xêr e dibê qey moralê te ne li cî ye, ma gund neket serê te ?

Mela got : Na bavo ne ji ber gund e.

– Lê ji ber çi ye ?
– Wexta ez çûm gund kalemêrekî ji min çend pirs pirsîn min bersiva pirsên wî nizanîbû ez li ber wê dikevim.
– Ka hele bêje çi bûn ew pirsanan?
– Kalêmêr sê pirs ji min pirsîn
1. Sûreya Quranê ya ku tîpa (م)mîm ê tê de nîne kîjan e?
2. Dara ku bê kulîlk fêkiyan dide kîjan dar e?
3. Boçika bizinê çima rep e?

Bavê Mela Yasîn, Mela Bahrî jî melayekî meşhûr bû. Kenî û got: lawê min ma ji van pirsan hêsantir çi heye?
Û domand

1.Sûreya Kewserê tîpa mîm ê tê de nîne.

2.Dara ku bê kulîlk fêkiyan dide dara hêjîrê ye

3.Wexta Hz. Nûh hemû heywan li geştiyê kirin bizinê kir înad ku li geştiyê nebe hingî Hz. Nûh bi boçika wê girt û tan da hundurê geştiyê lewra boçika wê êdî tim rep ma.

Piştî du sê rojan Mela Yasîn mala xwe bar kir û çû gund. Wexta nimêjê ew kalemêranan jî hatin mizgeftê de îca Mela çû cem wan û got xalo ez bersiva wan pirsên te bidim?
Kalemêr got: na herê, tu çûyî fêr bû yî, êdî qebûl nabe.

Axa Kurdikî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply