Pira Malabadê

Pira Malabadê an jî Pireya Malabadê di navbera navçeya Farqîna bi ser Amedê ve û Batmanê de ye û li ser çemê Batmanê ava ye.

Ev pire di sala 1147’an da hatiyê çêkirin. Dirêjiya wê 150 m, firehiya wê 7 m û bilindiya wê 19 m ye.

Pire bi kevirên rengîn hatiyê hûnandin û di dinê de di nav pireyên ji kevirên birî de ya xwedîye kimberên herî fireh e. Di navbera her du kêlekên kimberê da du ode hene û ji pênc çaviyan pêk tê. Fireyiya kembera pireyê 40 mêtro û ji nîvê kemberê bilindahî jî 20 mêtro ye. Bi van pîvanan, pire dikara qubeya Ayasofyayê bi hêsanî di nav xwe de veşêre.

Pireya Malabadê di dinyayê de, di nav pirên kevir de xwedî kembera herî mezin û fireh e. Li gor ku di nav gelê herêmê de tê gotin, pir ji aliyê Badê kurê Dostik ve di dema Desthilatdariya Merwaniyan de hatiye avakirin ku loma jê re gotine Mala Bad ango Mala Badê.

Înşaata pira Malabadê çend car xera bûye. Ji bo avakirina pirê kalkerê gewr (grî) hatiye bikaranîn. Li ser pirê hin nivîstek û fîgur hene ku neha baş nayêne xwendin. Lewra zarokan bi ramana şaş a ku ev heykel ji aliyê gawiran ve hatiye çêkirin, xwe hildikişandine jor û bi kevir û biviran ev nivîstek û fîguran dişikandin. Lê ev nivîstek û fîgurên li ser vê pirê, dişibine nivîstek û fîgurên Heskîfê û pirên li Cizîrê.

Di salên 1950’yan de dewletê li kêleka pira Malabadê pireke nû çekir. Rêya nabera Farqîn û Batman û Bedlîsê di ser vê pira nû de derbas dibe.

Pireyek mîna pira Malabadê lê jê piçûktir jî, berê ji aliyê kalê Bad Kemûk ve hatiye avakirin ku neha ji wê pirê û ji gundê ku li ber wê pirê hatiye avakirin re jî dibêjin Pira Kemûkê û gundê Kemûkê.

(Ev nivîs ji malpera ku.wikipedia.orgê hatiye wergirtin)

Etîket: batman, Bedlîs, farqîn, ferqîn, kemûk, malabadi köprüsü, maşabadê, mervani, nervanî, pîr, pira kemûkê, pira malabadê, Polylang KMR, silifa, silîva

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Dîroka Kurdên Merwanî

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

Pirtûka “Rastiya Dîroka Oxûz-Turkmen û Kurdan”

Tevgera Neteweyî ya 1925an, Hedîseya Pîranê û Şêx Seîd (1865-1925)

Mîrnişîna Kurdî: Pergalek Siyasî ya Dîrokî

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle