Gava Hûn Serxweş Bin Nêzî Nimêjê Nebin!
Ji yê Bektaşî dipirsin:
-Tu çima nimêj nakî?
-Qur’ana Pîroz dibêje ku dema hûn serxweş bin, nêzî nimêjê nebin!
-Ê baş e, ew ji bo dema serxweşiyê re ye.
-Ma ez qet bi ser hişê xwe têm! (her dem serxweş e)
Havalê Min Rojiyek Bi Tenê Zêdetir Ji Min Girtiye
Ji yê Bektaşî pirsîn:
-Di vê meha Remezanê de te çend rojî girtine?
-Min rojiyek bi tenê girtiye.
Ji yê havalê wî pirsîn:
-Eve havalê te rojiyek bi tenê girtiye, te çend rojî girtine?
-Havlê min rojiyek tenê ji min zêdetir girtiye.
Kişandina Tûtinê
Yekî ji yê Bektaşî pirsî:
-Gelo, kişandina tûtinê heram e, an na?
Bektaşî bersiv da:
-Welleh ez nizanim, lê ez dikarim vêya bibêjim: “Eger helal be, ez dikişînim; eger heram be, ji xwe ez dişewitînim.”
Yê Ji Jina Xwe Ditirse
Behlûl ji cemaetê pirsiyar kir:
-Yê ji jina xwe diditrse bila rabe ser piyan!
Hemû radibin ser piyan, yek bi tenê rûdine.
Behlûl jê pirsî:
-Ma tu ji jina xwe natirsî?
-Ezbenî dema navê jinê hat halê çokên min reilîn, êdî ji tirsa min nekarî ez xwe li ser piyan bigrim.
ŞÎROVE:
Wahzên Melle!
Rojek mele di cahiyêde, li ser vexwarina araqê vahzan dide. Bektaşi jî di nav wan de ye. Mele dibêje “araq heram e, divê hûn araqê venexwin. Dema ku hûn di pira selatê re derbasbin, li dinê we çiqas şûşe araq vexwaribe, wê hemû şûşe li ser pişta we bin. Kesên ku Araq venexwaribin jî wê li ser destên çilhoriyan derbasî cinetê bibin.” Di wê navberê de Bektaşi destê xwe bilind dike ku tiştekî bipirse. Melle dibêje “keremke”. Bektaşi dipirse “ew şûşe tijene an vala ne”. Melle dibêje “minafik ma tê li cenetê Barê veke”! Beştaşî dibêje “seyda ma her mumîneki tu çilhoriyan didêyê. Ma tu li cinetê Kerxanê vedikî!
Abdulkadir Bingöl