Paşgotinî – Xeybet (Xutbe)

 

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اجْتَنِبُوا كَثِيرًا مِنَ الظَّنِّ إِنَّ بَعْضَ الظَّنِّ إِثْمٌ وَلَا تَجَسَّسُوا وَلَا يَغْتَبْ بَعْضُكُمْ بَعْضًا أَيُحِبُّ أَحَدُكُمْ أَنْ يَأْكُلَ لَحْمَ أَخِيهِ مَيْتًا فَكَرِهْتُمُوهُ وَاتَّقُوا اللَّهَ إِنَّ اللَّهَ تَوَّابٌ رَحِيمٌ (12) الحجرات

Bawermendên birûmet!

Xuda Teala, mirov bi şêwazeke herî rûmet afirandiye. Aqil û vîn dayiyê digel vê jî pêxember ji wan re kirine rêber û kitêbên ku di wan de peyamên Îlahî hene rê kirine. Yek ji wan gunehên ku dînê me qedexekirî xeybet e. Bêguman çi tişta ku dînê me qedexekirî hemin zîyaneke wê û çi tişta ku helalkirî jî hemin sûdeke wê heye . Xeybet nexweşîyeke menewî ye. Kesê misilman  bi xeybet û paşgotiniyê nikare exlaqê xwe xirab bike. Lewre di bingeha  her nexweşî û dijminahiyê de xeybet heye. Di Qurana pîroz de mînaka xeybetê bi xwarina goştê birayê xwe yê mirî hatiye kirin. Xuda Teala wiha dibêje: “Gelî bawermendan! Xwe ji pirê gumanê biparêzin, bi rastî hin ji gumanê guneh e. Casûsî û sîxûriyê nekin û seba hev nekin. Ma bi yekî ji we xweş tê ku bi mirîtî goştê birayê xwe bixwe? Ha hûn ji vê hez nakin. Nexwe ji Xuda Teala bitirsin. Bêguman Xuda Teala, tobewergir û dilovan e.[1]

Misilmanên birûmet!

Ew tişta ku navbeyna misilmanan xirab dike, xeybet e. Pêxemberê me ji sehabiyên xwe dipirse: “ Ma hûn dizanin ka paşgotinî (xeybet) çi ye?” Ewan got: “ Xuda û pêxemberê wî çêtir dizanin.”  Pêxemberê me got: “ Di der barê birayekî xwe de tişteke ku pê nexweş be tu bêjî.” Ewan got: “Ya pêxemberê Xuda ma eger ew tişta ku tê de hebe, tu ji vê re çi dibêjî?” Pêxemberê me got: “ Eger ew tişta ku te gotî tê de hebe bêguman te paşgotiniya (xeybet) wî kiriye. Lê eger tune be te bêbextî kiriye.[2] Pêxemberê me di civatekê de sehabiyên xwe û di kesayeta wan de jî tevahîya umeta xwe hişyar dike û wiha dibêje: “Ey civaka ku bi zimanê xwe îman anîn û hêj îmana wan negihîştî dilê wan! Nebî ku hûn paşgotiniya misilmanan bikin û lêkolînê li ser rewşên wan ên taybet bikin. Lewre çi kesê lêkolînê li ser eyb û kêmasiyê birayê xwe yê misilman bi dizî bike, Xuda Teala jî kêmasiyên wî dişopîne û dihundirûyê mala wî de be jî wî rezîl û riswa dike.”[3]

Bawermendên birûmet!

Çawa ku paşgotinî bi ziman tê kirin her wiha bi çav û nivîsê jî tê kirin. Bi kîjan şêwazî dibe bila bibe çi bi zimanê bedenê û çi jî bi yê nivîsê be, her paşgotiniya misilmanî ji birayê wî yê misilman re qedexe ye. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha dibêje: “Janeke dijwar ji wî kesî re be ku bi gotin û kirinên xwe mirovan eybdar dike.”[4] Ew paşgotiniya ku ziyanê dide rûmeta mirov û dibe sedemê dilmayîn û dijminahiyê xwe jê dûr bikin. Ew birayên me yên ku me paşgotiniya wan kirî  em xwe bi wan bidin helalkirin. Ez xutbeya xwe bi wateya hedîseke pêxember diqedînim: “Zimanê xwe biparêze, mijûlê bi mala xwe be û li ser gunehên xwe bigirî û tobe bike.”[5]

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]  EL-hucurat 12.

[2]  Mislim, Ebu Dawud,Tirmizî Tac c.5 r.25.

[3] Ebu Dawud

[4]  Humeze 1.

[5] Riyadussalîhin

 

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply