Nûbihar Akademî 17 derket!

Nûbihar Akademî 17 derket!

  • Abdurrahman ADAK, Ji Edîtorîyê/ Editorial
  • Zülküf ERGÜN, Nasnameyên Edebîyata Kurdî ya Sovyetê
  • Güneş Kan, Romaneke Bêhizûr: Di Peywenda Fîksiyonalîte û Dengê Vegêranê da Gramera Bêhizûr a Şener Özmen
  • Mazhar ÇİFTÇİ, Penaberî di Lehengsazîya Romana Barê Şevê ya Fawaz Husên da li Gorî Rêbaza Realîzma Efsûnî
  • Kenan SUBAŞI, Dêw û Formên Wan di Folklora Kurdî da
  • Nevzat EMİNOĞLU, Estetîk û Cureyên Wê di Şiîrên Melayê Cizîrî de
  • Shahab VALİ, DOSYA: KURDÊN YARSAN -Çend Têbînî li Ser Tarîx û Bawerîya Kurdên Yarsan
  • Alireza Zahedi MOGHADAM, Tarîxa Xebatên Akademîk ên li Rojava ku li ser Yarsanan Hatine Kirin 1836-2020
  • Sevda ORAK REŞİTOĞLU, Kelamên Soranî di Metnên Yarsanî de: Mînaka Nêrgiz Xanim Şehrezorî
  • Mutlu CAN, Hetê Bawerî, Îbadet û Organîzebîyayîşî Ra Pêveronayîşê Elewîtîya Dêrsimî û Yarsanîye
  • Mustafa DEHQAN, Müzik Üzerine Bir Ehl-i Hak Kürt Folyosu
  • Nurettin BELTEKİN, Kîtabê Eşqname: 100 Xezelên Mewlana Yên Bijartî Ser o Nirxnayîşek

Nûbihar Akademî 16 derket!

  • Abdurrahman ADAK, Ji Edîtorîyê/ Editorial
  • Ayhan Tek, Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”
  • Hemin Omar AHMAD, Feqê Qadirê Hemewend di Belgenameyên Qacarî de
  • Nesim SÖNMEZ, Di Kilamên Dengbêjîyê da Bûyera Mûsa Begê Mûşê û Gulîzarê
  • Engin KORKMAZ, Siyaset Bilimi Bağlamında Stranların Toplumsal Etkisi: Nasturi ve Ku¨rt Stranları Örneği
  • Mehmet Rezan EKİNCİ, Mîr-i Aşiretten Eşkıyalığa: Aşiret Hanedan Üyelerinin Makbulden Madunlaşma Su¨recine Bakış 1800-1855
  • Serhun AL, Kurdish Self-Determination, Turkish Anxiety: The Making of the Republican Raison D’état
  • Cihat YILMAZ, Turkey’s Kurdish Question Revisited; Perspectives of Kurdish Political Parties Towards the Kurdish Issue
  • Yusuf BALUKEN, Ji Serdema Rêvebiriya Mîr Şerefê Rojkî Çend Dokûment
  • Tahirhan AYDIN, Tuhfetu’l-Xullan Fî Zimanê Kurdan a Mela Mehmûdê Bazîdî
  • Esmail SHAMS, Eşîra Hemawendê li gor Belgenameyên Neweşandî

Nûbihar Akademî 15 derket!

Kovara Nûbihar Akademîyê di sala xwe ya heştem de bi jimara xwe ya 15em derket pêşberî vekoler û akademîsyenan. Nûbihar Akademî di heman demê de bi edîtorîyeke nû pêşwazî li sala xwe ya heştem dike.

Edîtorê kovarê Abdurrahman Adak li ser prosesa derketina Nûbihar Akademîyê ya ku heft sal li pey xwe hişt weha axifî: “Kovara Nûbihar Akademîyê jî di encama vebûna beşên Kurdolojîyê yên li zanîngehên Tirkîyeyê bi mebesta piştgirîya akademîya Kurdî û bipêşxistina zanista Kurdolojîyê bi hevkarîya weşanxaneya Nûbiharê û hin akademîsyenên Kurd di sala 2013an de wek kovara yekem a Kurdolojîyê ya li Tirkîyeyê dest bi weşana xwe kiribû. Em di wê bawerîyê de ne ku Nûbihar Akademîyê di heft salên xwe yên rabirdûyê de wek pêşengeke qada xwe di akademîya Kurdî de roleke erênî û girîng lîstîye.”

Adak, di dewamê de derheqê dahatûya kovarê û desteya nû ya edîtoroîyê de weha axifî: “Nûbihar Akademî ji bo ku ji vir şûnde jî vê rola xwe ya erênî bi awayekî baştir bilîze û wek dezgeheke akademîk a serbixwe û bi perspektîfeke objektîf rêwîtîya xwe bidomîne xwedî îradeyeke tam e. Di vê çarçoveyê de em bi kêfxweşî radigihînin ku Nûbihar Akademî di sala xwe ya heştem de (2021) di desteya edîtorîyê de revîzyoneke bingehîn dike û dil dike ku hem nirxê weşana xwe ya akademîk bihêztir bike hem jî rola xwe ya navneteweyî baştir bilîze.”

Herî dawî Adak destnîşan kir ku ew dê ji vir şûnde derîyê kovarê ji bo vekoler û akademîsyenên ku di vekolînên xwe de zimanên Farisî û Tirkî bi kar tînin re jî vekin.

Naveroka jimara 15em a Nûbihar Akademîyê bi vî rengî ye:

  1. Zülküf Ergün, di gotara xwe ya bi navê “Çend Kêşeyên Veguhestinê ji Kurdîya Soranî bo Kurdîya Kurmancî” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, li ser wan bêjeyan disekine ku di vê sedsala dawîn de ji Soranî bo Kurmancî bi çewtî hatine wergirtin.
  2. Shahab Wali, di gotara xwe ya bi navê “Pîr Şehriyarê Hewramî û Kelamên Wî di Baweriya Yarsanan de” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, bi rêya hin metnên nû, kesayetîya tarîxî, dînî û edebî ya Pîr Şehriyarê Hewramîyê ku nûnerekî girîng ê Kurdên Yarsan ê sedsala XIem e derdixe holê.
  3. Orhan Örs, di gotara xwe ya bi navê “Milliyetçiliğin Osmanlı’daki Tezahürleri: Müslüman Halklar ile Hristiyan Halkların Milliyetçilikleri” de ku bi Tirkî hatîye nivîsîn, neteweperweriya gelên Xirîstiyan ên Osmanî û Kurd di serî de gelên Misilman ên Osmanî berawird dike.
  4. Zana Karak, di gotara xwe ya bi sernavê “Helbesteke Nûpeyda ya Feqîyê Teyran” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, helbesteke Feqiyê Teyran ya ku heta niha nedihat zanîn pêşkêş dike.
  5. Mehmet Yonat, nivîsara Rojhilatnasê Îngilîz G. R. Driver a bi navê “The Name Kurd and Its Philological Connexions” ku di çavkanîyên tarîxî de navên bi Kurdan re eleqedar tesbît dike wergêraye Kurdîya Kurmancî.
  6. Emin Purçak jî di nivîsara xwe ya bi navê “Bi Nêrîna Rastgirên Tirk ên Radîkal li Tirkiyê Kurd” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, li ser pirtûka akademîsyenê Zanîngeha Kilis 7 Aralıkê Bayram Koca nirxandinekê dike.

Nûbihar Akademîya ku salê du caran diweşe hem bi rêya çapê hem jî bi awayekî dîjîtal digihîje ber destê xwîneran.

Nûbihar Akademî 5 derket!

Nûbihar Akademî ku ev 3 sal in weşana xwe dike niha bi hejmara xwe ya pêncan derket pêşberî xwendevanên xwe.

Kovara Nûbihar Akademî kovareke bihekem, akademîk û navneteweyî ye ku weşana gotarên kêrhatî yên di qada Kurdolojiyê de dike. Kovara Nûbihar Akademî, bi rêbazeke akademîk cih dide her cureyên nivîsên zanistî û bi nêrîneke multidisiplînerî nivîsên li ser zanistên ziman, edebiyat, çand, huner, aborî, civakî, olî û hwd. di nava xwe de dihewîne. Kovara Nûbihar Akademî salê du caran di demsalên bihar û payîzê de tê weşandin. Zimanê weşanê Kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve) û Îngilizî ye.

Nûbihar Akademî di vê hejmarê de jî bi çar gotar, wergerek û dokumentekê li pêşberî akademîsyen û lêkolînerên Kurdolojiyê ye. Ji gotaran yek jê bi Îngilîzî, sê bi Kurdiya Kurmancî; werger bi Kurdiya Kurmancî, dokument jî bi Îngilîzî hatine weşandin. Gotarên vê hejmarê bi rêzê di warên perwerde, edebiyata klasîk, felsefeya Îslamî/Tesewufî û ziman de ne. Werger di warê bawerî, dokument jî di warê edebiyata klasîk de ye.

Nûbihar Akademî 4 derket!

Kovara Kurdî a akademîk û bihekem Nûbihar Akademî bi hejmara xwe ya 4em derket pêşberî xwînerên xwe.

Kovar bi nivîsa edîtor Doç. Dr. Abdurrahman Adak dest pê dike û bi nivîsa Zülküf Ergün a bi navê “Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de” dewam dike.

Wekî din di kovarê de nivîsa Erdal Çiftçi a bi navê “Di Sedsala 18em de Pergala Îdarî li Bakurê Kurdistana Osmaniyan”, nivîsa M. Zahir Ertekin a bi navê “Berhemeke Biyografîk a Baqustanî: Siltan Şêxmûs”, nivîsa M. Şirin Filiz a binavê “Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî” hatine weşandin

Ji aliyekî din ve di kovarê de beşên “Wergerek” û “Dokumentek”ê jî hene. Nivîsa D. N. Mackenzie a bi sernavê “Zimanê Medan” ji aliyê İbrahim Bor ve ji Îngîlîzî hatiye wergerandin. Dokumenta bi sernavê, “Mîr Şemsedînê Welî û Diravên Şemsedînî “ ji aliyê Yusuf Baluken ve hatiye amadekirin.

Ji bo agahiyên zêdetir li jêrê nivîsa edîtoriyê hatiye weşandin:

Ji Edîtor

Ji Nûbihar Akademîyê merhaba.

Nûbihar Akademî wek kovareke akademîk û navneteweyi gihîşt jimara xwe ya çarem. Vê tecrubeya kurt nîşanî me da ku zehmetiyên kovargeriya akademîk di warê Kurdolojiyê de gelek in. Nebûna tradîsyoneke bihêz a nivîsîna gotaran bi şêweyeke akademîk wek dijwariya herî berbiçav a qonaxa destpêkê derdikeve pêş. Em di wê baweriyê de ne ku di vê qonaxê de hebûna kovareke wek Nûbihar Akademîyê bi serê xwe di berterefkirina vê dijwariyê de gaveke girîng e. Lewra kovareke akademîk hem di prosesa weşandina gotarên akademîk de wek qonaxa herî dawî roleke girîng dilîze, hem jî lêkolîneran ji bo nivîsîna gotarên akademîk han dide. Bi vî awayî mercên guncaw ji bo çêbûna tradîsyoneke akademîk pêk tên.

Ev jimara Nûbihar Akademîyê çar gotar, wergerek û belgenameyekê di xwe de dihewîne. Ji bilî gotareke Îngilîzî hemû lêkolînên vê jimarê bi Kurdiya Kurmancî ne. Di vê jimarê de serdestiya sê qadên kurdolojiyê heye ku ew jî edebiyat, tarîx û ziman in.

Gotara Zülküf Ergün a bi sernavê “Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de” bi Kurdiya Kurmancî ye û di warê edebiyata Kurdî ya modern de ye. Ergün di vê gotara xwe de ji destpêkê (1880) heta bi salên 1975an helbesta Kurdî ya modern vekolaye, rengvedana hizra neteweyî ya Kurdî a li ser wê tesbît kiriye û faktorên ku di dirûvgirtina wan hizran de rol lîstine destnîşan kirine.

Gotara Erdal Çiftçi ya bi sernavê “Administrative Structures in the Upper Ottoman Kurdistan During The 18th Century” bi Îngilîzî ye û di warê tarîxa Kurdan de ye. Çiftçî di vê gotara xwe de di çarçoveya têkiliyên navend û perîferiyê de, li ser hêza rasteqînî ya desthilatdariya Kurdên bakurê Kurdistana Osmaniyan (serhed) rawestiyaye. Çiftçi di çarçoveya belgenameyên Osmanî yên sedsala XVIII’em de gihîştiye wê encamê ku berevajiyê hin nêrînan, herêma Serhedê di desthilatdariyê de ne pasîf e û têgehên wek “yurtluk ocaklık” hêza wan a desthilatdariyê tam îfade nakin.

Gotara M. Zahir Ertekin a bi sernavê “Berhemeke Biyografîk a Baqustanî: Siltan Şêxmûs” bi Kurdiya Kurmancî ye û hem bi qada tarîxa tesewufê, hem jî bi qada edebiyata klasîk ve têkildar e. Ertekin di gotara xwe de biyografiyeke menzûm a ku ji aliyê Mela Eliyê Baqustanî (k.d.2002) ve li ser sofîgerekî navdar ê herêma Mêrdînê Siltan Şêxmûs daye nasandin û metnê berhemê ji aliyê edebî ve vekolaye.

Gotara M. Şirin Filiz a bi sernavê “Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî” bi Kurdiya Kurmancî ye û di warê tarîxa zimanê Kurdî de ye. Filîz di vê gotara xwe de di çarçoveya şablona “feodalîte, netewe dewlet û hilweşandina netewe dewletê” de statuyên ku zimanê Kurdî ji serdema mîrektiyên Kurdan heta îro bi dest xistine nîqaş kirine û têkiliya xurt a rewşa siyasî û statuya ziman li ber çavan raxistiye.

Di wergera vê jimarê de İbrahim Bor nivîseke kurt, lê balkêş a D. N. Mackenzie a bi navê “The Language of the Medians Zimanê Medan “ ku di sala 1959an de li Cambridge di kovara Bulletin of the School of Oriental and African Studies de hatiye weşandin ji Îngilizî wergerandiye Kurdiya Kurmancî. Mackenzie di vê nivîsa xwe de di destxeteke Ermenî ya sedsala XVem de li ser hevokekê rawestaye ku ji Ermenî bi bal Medî ve hatiye wergerandin, hevsaniya vê hevoka Medî û Kurmanciya îro destnîşan kiriye û ev hevsanî wek belgeyeke nêzîkbûna di navbera zimanên Medî û Kurdî de pêşkêş kiriye.

Di belgenameya vê jimarê de Yusuf Baluken, piştî diravên Mîr Evdalê Botî ku di jimara duyem a Nûbihar Akademîyê de dabûn nasandin, vê carê jî şeş diravên zîv dide nasandin ku di sedsala XVem de ji aliyê Mîr Şemsedînê Welî yê mîrê Rojkan ve li Bedlîsê hatine çapkirin û wek Diravên Şemsedînî hatine binavkirin. Bêguman wek nîşaneya herî grîng a serxwebûna dewletên serdemên navîn belavkirina diravên mîrên Cizîr û Bedlîsê ji bo cîhana zanistê girîng e.

Bi hêviya ku di jimareke din de em dîsa li hemberî we bin.

Bimînin di xweşiyê de.

Doç. Dr. Abdurrahman Adak
Edîtor

NAVEROK

  • Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de – Zülküf ERGÜN
  • Di Sedsala 18’em de Pergala Îdarî li Bakurê Kurdistana Osmaniyan – Erdal ÇİFTÇİ
  • Berhemeke Biyografîk a Baqustanî: Siltan Şêxmûs – Zahir ERTEKİN
  • Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî – Şirin FİLİZ
  • WERGEREK
    Zimanê Medan – N. MACKENZIE | Ji Îngilîzî: İbrahim BOR
  • DOKUMENTEK
    Mîr Şemsedînê Welî û Diravên Şemsedînî – Yusuf BALUKEN

Nûbihar Akademî 3 derket!

Jimara sêyem a kovara akademîk a xebatên Kurdî ya navneteweyî Nûbihar Akademî derket!

Jimara sêyem a kovara akademîk a xebatên Kurdî ya navneteweyî Nûbihar Akademî derket. Derbarê rewşa kovarê de edîtorê kovarê Doç. Dr. Abdurrahman Adak dibêje ku; “Cihê kêfxweşiyê ye ku bi saya Nûbihar Akademiyê di nav lêkolînerên Kurdolojiyê de tevgereke akademîk a berbiçav tê çavdêrîkirin. Daxwaza me ji endamên akademiya Kurdî ew e ku bi nivîsîna gotar û lêkolînên xurt ên akademîk piştgiriyê bidin Nûbihar Akademiyê. Guman tuneye ku bihêzbûna Nûbihar Akademiyê bihêzbûna akademiya Kurdî bi xwe ye û di riya tekamula xebatên Kurdolojiyê de qeti’kirina mesafeyeke mezin e.“

Adak herweha dibêje ku “Me di vê jimarê de me nûjeniyek kiriye û bi sernavê “Wergerek”ê beşeke nû a kovarê saz kiriye. Armanca me ew e ku di vê beşê de em gotarên girîng, jibîrbûyî û klasîk ên Kurdolojiyê bi bal Kurdî yan Îngilîzî ve bidin wergerandin û pêşkêşî cîhana Kurdolojiyê bikin.“

Li gor agahiyên ku Adak di pêşgotina jimara sêyem de dane; di vê jimara Nûbihar Akademiyê de di qadên Kurdolojiyê yên ciyawaz de çar gotar, wergerek û dokumentek cih digirin. Ji bilî dokumenta ku bi Îngilîzî ye, hemû nivîsên dîtir bi Kurdiya Kurmancî ne. Ji gotarên Kurmancî yek bi alfabeya Kurdî-erebî, yên dîtir bi alfabeya Kurdî-latînî ne. Ji çar gotaran du heb bi şêweyeke înterdisîplînerî hatine nivîsîn ku yek ji wan di warên edebiyata klasîk û çanda Kurdan, ya dî jî di warên muzîk û tarîxa Kurdan de ye. Ji gotarên dîtir yek jê di warê zimanzanî, ya dî jî di warê folklorê de ye. Werger di warê edebiyata Kurdî ya klasîk, dokument jî di warê baweriyên Kurdan de ye.

Abdurrahman Adak di gotara xwe de ku sernavê “Şêx Muhyedînê Hênî: Di Edebiyata Kurdî de Nûnerekî Girîng ê Temaya Xwarinê” ye, li ser helbestvanê klasîk ê serdema piştî mîrektiyan Şêx Muhyedînê Hênî, malbata wî ya Xalidî-Neqşebendî ku ji berhemdariya wî re bûye paşxan û menzûmeya wî ya xwarinê ku ji girîngtirîn berhemên qada edebiyata ladînî-beşerî a serdema klasîk tê hesibandin, analîzeke berfireh kiriye.

Nurdan Şarman di gotara xwe ya bi sernavê “Analîza Strana Ez Xelef im: Li ser Şopa Dîroka Kurdan ya Sedsala 19mîn” bi arîkariya tarîxa devkî û ya nivîskî ya sedsala XIXem û bi nîşandana varyantên ciyawaz ên strana navdar a bi navê Ez Xelef im a herêma Botan, hin xalên tarî û pêşqebûlên şaş ên bi tarîxa Kurdan a sedsala XIXem û yên bi metnê stranê ve peywendîdar ronî kirine.

Bakir O. Ali û Abdulwahab Kh. Mosa di gotara xwe ya hevpar a bi navê “Zimanî Stander, Fonolojî û Rênûs” de li ser rastiya têgehên zimanê standart, fonolojî û rênusa Kurdî rawestiyane, peywendiya navbera wan û kartêkirina wan a li ser hev destnîşan kirine û hewl dane ku ji bo sazkirina yekîtiyekê di navbera têgehên van qadên cuda de hin pêşniyazan bikin.

Necat Keskin û Ramazan Pertev di gotara xwe ya hevpar a bi sernavê “Bîbliyografyayek Weşanên bi Îngilîzî li ser Folklora Kurd” de hem ji bo lêkolînerên folklora Kurdî bîbliyografyayeke gotar û pirtûkên li ser folklora Kurdî yên di zimanê Îngilîzî de amade kirine, hem jî bi vê gotara xwe bal kişandine ser girîngiya amadekirin û nûjenkirina bîbliyografyayên hemû qadên Kurdolojiyê.

Di vê beşa “Wergerek”ê de Abdullah İncekan, gotareke Martin Hartmann a li ser edebiyata Kurdî ya klasîk ku di sala 1898an de bi navê “Zur Kurdischen Literatur” (Li ser Edebiyata Kurdî) di kovara Wiener Zeitschrift für die Kunde des Morgenlandes de hatiye weşandin ji Almanî bi bal Kurdî ve wergerandiye. İncekan herweha li pey vê wergerê cih daye wergera nivîsa Harttman a ku di sala 1904an de li Berlînê di destpêka çapa dîwana Melayê Cizîrî de li ser Mela nivîsiye. Bi vî awayî her du nivîsên Hartman ên ku li ser Kurdolojiyê nivîsîne bi hev re hatine pêşkêşkirin.

Di beşa “Dokumentek”ê ya vê jimarê de Mustefa Dehqan ji mecmmû’eyeke destxet ku di sala 1005/1596an de hatiye îstînsaxkirin û niha li Meşhedê (Îran) li pirtûkxaneya “Astanê Quds”ê tê parastin, şîroveya Êzîdiyan a alimê Kurd ê sedsala XVIem Mela Mihemedê Berqel’î deşîfre kiriye. Berqel’î ev şîroveya xwe li ser fetwaya Êzîdiyan a alimekî dî yê Kurd bi navê Mela Salihê Hekkarî kiriye.

Kovara “Nûbihar Akademî”yê hem çapkirî hem jî online tê weşandin. Hûn di malpera www.nubiharakademi.com de dikarin metnên tam ên gotarên ku di jimarên yekem û duyem de hatine weşandin û kurteyên jimara sêyem bi dest bixin.

Ji bo ku di jimara çarem de bên weşandin hûn dikarin gotar û nivîsên xwe ji navnîşana nubiharakademi@gamil.com re bişînin.

Em ê wek malbata Çandnameyê niha ji were kurteyên van gotaran weşênin. Bi hevîya ku hûn ji vê nivîsê sûd verbigirin.

Şêx Muhyedînê Hênî: Di Edebiyata Kurdî de Nûnerekî Girîng ê Temaya Xwarinê

Abdurrahman Adak
Doç. Dr., Zanîngeha Mardin Artukluyê, Fakulteya Edebiyatê, Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî, Mêrdîn, Turkiye
e-mail: abdurrahmanadak@gmail.com

PUXTE

Şêx Muhyedînê Hênî (k.d.derdora 1897an) yek ji girîngtirîn helbestvanê klasîk ê serdema piştî mîrektiyan e. Paşxana wî ya edebî, wekî piraniya helbestvanên wê serdemê Xalidîtiya Neqşebendî ye. Lewra bavê wî bi xwe postnişînê şaxa Xalidiyan a Hênê bû. Şêx Muhyedîn ku mexlesên wî Sa’î û Heqî ne, hem li pey şopa Melayê Cizîrî helbestên klasîk nivîsîne, hem jî di mijara xwarinê de menzûmeyeke serbixwe nivîsiye. Di wê serdemê de li Hênê û Aqtepeyê di nivîsîna helbestên bi temaya xwarinê de bizaveke edebî derketiye meydanê. Bi qasî ku tê dîtin, di tarîxa edebiyata Kurdi de yegane helbestvanê klasîk ê ku di vî warî de berhemeke serbixwe nivîsiye Şêx Muhyedîn e. Ji ber ku di edebiyata Kurdî ya klasîk de di mijarên ladînî-beşerî de berhemên serbixwe kêm in, ev berhema nivîskar girîngiyeke taybet bi dest dixe. Berhema ku bi qasî 20 kom û 130 cureyên xwarinê di xwe de dihewîne, bi şêwazeke edebî xwarinên Kurdan ên serdema nivîskar, pênaseyên wan û menûya ser sifreyê radixe ber çavan. Berhem ji vî aliyî ve wekî berhemeke pêşserdemî dikare bê hesibandin.

Bêjeyên sereke: Şêx Muhyedînê Hênî, Xalidîtî, simatiye, xwarin.

***

زمانى ستاندةر، فؤنؤلؤذى و رِيَنوس

Bakir O. Ali
Prof. of Linguistics (Phd) University of  Sulaimani Sulaimani. Kurdistan Region- IRAQ
e-mail: bakromar15@yahoo.com

Abdulwahab Kh. Mosa
Assist. Prof. of Linguistics (Phd) University of  Zako Duhok. Kurdistan Region- IRAQ
e-mail: abdilwahabm@yahoo.com

ثؤختة

هؤكاريَن ميَذوويى رؤلةكىَ مةزن طيَرِاية كو هةتا نهو كورد نةبوينة خؤدان ئةلفابيَيةكا خؤسةر و بىَ ئاريَشة، يان هةر ض نةبيت ئةو ئاريَشيَن هةين ب ساناهى خؤ بدةن دةستىَ ليَكؤلةران بؤ ل دويظضوون و ب دةستظةهيَنانا ضةند ئةنجاميَن كةتوارى و ل دوماهييَ ذى ببنة شةنطستةكىَ زانستى كو قؤناغ بؤ قؤناغىَ ئاظاهيىَ نظيَسين و راستنظيَسا كوردی ب ريَك و ثيَك ل سةر بهيَتة ئاظاكرن.

سةربارى هةر هؤكارةكىَ ميَذوويى، ئةطةر زمانىَ كوردی شيابيت خؤ ذ نةمان و مرنىَ ب ثاريَزيت، لىَ نةشياية هةمبةر ئةو دةستودارىَ كورد و كوردستان تيَدا بورين ببيتة زمانةكىَ سةرتاسةريىَ نظيَسينىَ ل كوردستانىَ، هةروةسان ببيتة زمانةكىَ خؤدان ئيَك كولتوور و ئيَك ئةلفابيَيا نظيَسينىَ، دةرئةنجامىَ ڤیَ ضةندىَ ذى هةبوونا ڤێ دياردا ل سةرى ب شيَوةكىَ طشتى ئةظ دوو خاليَن هةرة نةرينى ل دویڤ خؤ هيَلاينة:

ئيَك – كورد نة خؤدان ئيَك كولتوورىَ نظيَسينيَنة.

دوو – زمانىَ كوردى نهو خؤدان كؤمةكا دياليَكت و دةظوكيَن ذيَكجوداية و كوردستان ذى يا دابةشكرية د ناظبةرا ضةندين دةولةتيَن فرةنذاد و فرةكةلتوور خؤدان زمانيَن خؤييَن جودا ذ زمانىَ كوردى، ڤێ ضةندىَ ذى ب هةر رةنطةكىَ هةبيت كارتيَكرنا خؤ ل سةر بيركرنا مروظىَ كورد و زمانىَ كوردى كرية و مة بظىَ و نةظىَ ذى ئةظرؤ د مةيدانا نظيَسينا كورديدا ئةم ييَن بوينة خؤدان دوو ئةلفابيَييَن نظيَسينا ب زمانىَ كوردی.

سةبارةت ئةو هةردوو ئةلفابيَييَن نهو كوردان هةين بؤ نظيَسينىَ، ظيَجا چ ئةلفةبيَيا تيثيَن عةرةبى بيت بؤ نظيَسينا زمانىَ كوردی يان ئةلفابيَيا تيثيَن لاتينى بيت بؤ نظيَسينا زمانىَ كوردی، هةرئيَكىَ ذ وان ئاريشة و كيَماسييَن خؤ هةنة و د شيانداية ل دويظ ثيظةريَن زانستى و تيَطةهىَ ئةلفابىَ ليَكؤلينةكا زانستى بؤ ظىَ دياردىَ بهيَتةكرن و وةكو ثيَدظى ، رةخساندن و طونجانا وىَ ل طةل تايبةتمةندييَن زمانىَ كوردى بهيَتة بنةجهكرن.

كليلا ليَكؤلينىَ: زمانىَ كوردى، زمانىَ ستاندةر، ئةلفابيَيا ستاندةر، فؤنؤلؤذى

***

Analîza Strana Ez Xelef im li ser Şopa Dîroka Kurdan ya Sedsala XIXem

Nurdan ŞARMAN
Wanebêj, Zanîngeha Şirnexê, Dibistana Bilind a Tûrîzm û Kargeriya Otelkariyê, Şirnex, Turkiye.
e-mail: nurdanurek@gmail.com

PUXTE

Ji ber ku di dîroka Kurdan de zargotina Kurdî, nemaze muzîka Kurdî, çavkaniyeke girîng e, xebatên di vî warî de dikarin di gelek xalên dîrokî de bibin rênîşaner. Li ser vê xetê strana Ez Xelef im a bi nav û deng -herçiqas derheqê jêdera stranê de em ne xwediyê agahdariyên dorpêç û eseh bin jî- dikare di gelek waran de sedsala XIXem ronî bike û derfeta lêpirsînên taybet bide destê me. Nirxandina vê stranê dê di nav şert û mercên sedsala XIXem de nerînên me fireh, asoyên me geş bike û çend versiyonên vê stranê dê deriyê xwendinên cuda li ber me veke. Lewre ev stran xwediyê rîtîm û naverokeke wisan e ku dikare atmosfera sedsala 19mîn a Kurdistanê ya şeran, ya geşandinên polîtîk ku di dîroka Kurdan de bûne sedemên geşandinên girîng bide ber çavan. Ku bi nêrinek din mirov vê stranê bide ber xwe ev yek hem dê derfet bide ku mirov li geşandinên Kurdistanê yên ku din nav dîroka nivîskî de cih negirtine binihêre û li ser wan ji nû ve bihizre, hem jî dikare li ber me deriyê şopên nirxandineke nû li ser hin şexsiyet û bûyerên ku heya niha bi çavekî ji rastiyê û reseniyê dûr hatine nirxandin vebike.

Bêjeyên sereke: “Ez Xelef im”, sedsala XIXem, serhildan, berxwedana Êzdînşêr, Şêx Ubeydullah.

***

Bîbliyografyayeke Weşanên bi Îngilîzî li ser Folklora Kurdan

Necat KESKİN
Dr., Zanîngeha Mardin Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Mêrdîn, Turkiye
e-mail: necatkeskin@gmail.com

Ramazan PERTEV
Wanebêj, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Mêrdîn, Turkiye
e-mail: ramazanpertev@gmail.com

PUXTE

Her xebateke akademîk ku îdîayeke wê ya reseniyê hebe, berî her tiştî divê ji xebatên di warê xwe de çê bûne agahdar be. Ji ber vê yekê jî bîbliyografya di pêvajoya lêkolînan de cihekî gelekî girîng digirin. Pirtûkxaneyên bi îhtîşam û mezin li ber lêkolîneran ‘biçûk’ dikin û bi vê yekê re jî bêtir wextê lêkolînê ji lêkolîneran re dihêlin. Ev yek ji bo her beşeke zanistê, herwiha ji bo xebatên folklorê û ji bo folklora Kurdan jî wiha ye.

Ev xebat jî ku derbarê folklora Kurdan de weşanên bi zimanê Îngilîzî tomar dike, bi vê armancê hatiye amadekirin û wek her bîbliyografyayekê ji bo lêzêdekirinê vekiriye.

Peyvên sereke: bîbliyografya, folklor, çand, Kurd, weşanên Îngilîzî.

***

Li ser Edebiyata Kurdî & Li ser Melayê Cizîrî

Martin Hartmann
Ji Almanî: Abdullah İncekan
Lêkolîner, Almanya, reasercher, Germany.
e-mail: aincekan@gmail.com

Pêşekî

Martin Hartmann yek ji rojhilatnasên navdar yê Almanyayê ye. Ew di sala 1851î de li Breslauê (Polonyaya îro) tê dinê. Li pey qedandina zanîngehê ew li ser zimanê Samî di bin navê Die Pluriliteralbildungen in den semitischen Sprachen doktora xwe dike. Dû re ew li Edirne û Stenbolê dimîne û zimanê Tirkî hîn dibe. Di nav salên 1876-1877an de Hartmann li Beyrûdê li konsolosxaneyê wek tercuman dixebite. Di vê demê de ew li bajarên devûdor digere û wan ji nêzîk ve nas dike. Gava di 1887an de Bismarck li Berlinê enstîtûya bi navê Seminar für Orientalische Sprachen vedike, Hartmann li wir dest bi kar dike û hetanî teqawudbûnê di 1918an de li wir dixebite.

Hartmann li ser gelê musilman û coxrafyaya wan gelek xebatan dike. Ew ji Edirneyê bigre ta Stenbolê, ji Suriyeyê ta Lubnanê, ji Misirê ta Lubnanê, ji Libyayê ta Çînê lêkolînan li ser ziman, adet û gelên van deran dike. Ji bo ku Almanya jî vê coxrafyaya hanê ji nêzîk ve nas bike, ew bi hin kesên din re di sala 1912an de civata Deutsche Gesellschaft für Islamkunde (Civata Almanî ji bo nasîna Îslamê) ava dike û ev kom bi navê Die Welt des Islams (Cîhana îslamî) kovarekê derdixe ku hê jî tê çap kirin.

Martin Hartmann di xebatan xwe de ciyekî taybet dide Kurdan jî. Xebata wî yan pêşîn di heqê herêma Botan de di sala 1896an de wek pêveka kovarekê bi vî navî der tê (68 rûpelî ye):

Bohtān. Eine topogr.-histor. Studie (Botan. Lêkolîneke topografîk û dîrokî). Aus: Mitteil. der Vorderasiat. Gesellschaft 1896, Berlin.

Salekê dû re ew beşê dudiyan yê vê berhema xwe, ya ku îcar 112 rûpelî ye, diweşîne. Di van herdu xebatên xwe de ew li ser navê gund, eşîr û bi gelemperî li ser Botan disekine.

M. Hartmann salekê li pey vê xebata han îcar bi nivîsekê li ser edebiyata Kurdî li ber xwendevanên xwe ye. Nivîsa 10 rûpelî di kovareke li ser Rojhilatê de der tê:

Zur Kurdischen Literatur (Li ser Edebiyata Kurdî). Wiener Zeitschrift für die Kunde des Morgenlandes 12 (1898), rûpel 102-112.

Martin Hartmann di sala 1904an de Dîwana Melayê Cizîrî wek fotolitografî çap dike. Ji bo ku xwendevan di heqê berhemê de bibin xwediyê fikrekê, ew jê re pêşgotinekê amade dike û wê li Berlinê derdixe.

Ji bo xwendevanên Kurd ji van xebatên Martin Hartmann haydar bibin, min nivîsa wî ya li ser edebiyata Kurdî wergerand Kurmancî. Pêşgotina wî jî berî du salan di kovara Nûbiharê de weşiya bû. Ji ber ku herdu nivîs hevdû temam dikin, me muhîm dît herduyan bi hev re biweşînin. Weku dê xwendevan bibînin, zimanê metnan di hinek noqteyan ji Kurdî dûr dixwiyên. Elbet min dikarîbû hin cumle û awayê gotinê ji zimanê eslî yê herdu nivîsan dûrxista, lê min xwest bira xwendevan bi uslûba nivîskar jî bihese, loma jî bêhna wergerê ji wan tê. Ji ber kêmasiya demê min îmkan nedît li name û nivîsên din yên Hartmann binihêrim. Îhtimal heye ku di wan de behsa Kurdan bûbe.

Beriya ku em cî bidin herdu wergeran, ez dixwazim noqteyekê bînim ziman. Di İslam Ansiklopedisi de, ya ku Diyanetê amade kiriye de, maddeyek ji bo danasîna Martin Hartmann û berhemên wî jî heye. Tişta balkêş ev e ku tê de bi tu awayî li ser van hersê xebatên Hartmann nehatiye sekinîn.

 ***

Şîroveyeke Êzîdîtiyê ya Mewlana Mihemedê Berqel’î

Mustafa Dehqan
Lêkolînerê serbixwe, Îran
e-mail: mustafadehqan@yahoo.com

KURTE

Di xebatên Êziditiyê de meyleke xwezayî heye ku ew bi hûrguliyên ecêb û tevlîhev ên rewşa niha, kevneşopiya devkî û metnên pîroz ve bên tepisandin, lê dîsa jî, li cih e bê gotin ku têgehîştin û ravekirinên lêhatî pir zehmet e. Li vê derê armanca min piçekî hêsantir e, ezê wê rola Kurdên Misilman rave bikim ku li Kurdistana sedsalên X-XVIem de li hember Êzîdiyan hatiye lîstin. Ji aliyekî ve, şîroveyên li vê derê bi taybetî jî derbarê wan minaqeşeyên Kurdên Misilman de ne yên li hember dînê Ezîdîtiyê. Herweha ew pala xwe didin xebata min a bi navê “Fetwaya Mela Salihê Kurdê Hekkarî” ku dikare ji bo paşxan û çavkaniyan ji vê xebatê sûd bê wergirtin (Dehqan, 2008). Ev gotara me ji du beşan pêk tê: 1. Hin notên derbarê destxeteke tefsîreke Mewlana Mihemedê Berqel‘î ya ku nû hatiye dîtin ku ew tefsîr li ser fetwaya Mewlana Salih hatiye nivîsîn; 2. Edîsyon û wergera wê metnê bi zimanê Îngilîzî, ya ku cara ewil li vê derê tê pêşkeşkirin.

 

Şîroveyekê bihêle