Nîyet

Nîyeta nimêja sibê: Ez bi nîyetim ferza nimêja sibê du rekeat bi berve qible ji Xwedara dikim. Ellahu Ekber.

Nîyeta nimêja nîvro: Ez bi nîyetim ferza nimêja nîvro çar rekaet bi berve qible ji Xwedara dikim. Ellahu Ekber. Nîyeta nimêja esrê: Ez bi nîyetim ferza nimêja esre çar rekaet bi berve qible ji Xwedara dikim. Ellahu Ekber. Nîyeta nimêja êvarê: Ez bi nîyetim ferza nimêja êvarê sê rekaet bi berve qible ji Xwedara dikim. Ellahu Ekber. Nîyeta nimêja eşayê: Ez bi nîyetim ferza nimêja eşayê çar rekaet bi berve qible ji Xwedara dikim. Ellahu Ekber.

SECDE SEHWÊ

Daraza secde sehwê Secde sehwê çebuna hin sedeman sinnete. Eger kû mirov secde sehwê neke, nimêj betal nabe. Secde sehwê ne wacibe. Meşruiyera secde sehwê hedîsa Pexembere Ebu Xureyre (x. j. r) wuha riwayet kirîye: “ Hz. Pexember (e. s) nimêja nîvro an ji nimêja esrê dida kirine, du rekeata da selam da sehabikî bi nave wî Zulyedeyn bu got Ya resulê Xweda nimêj kin bu an ji te xwe bîrkir. Hz. Pexember (e. s) zivirî cemaetê ra got; Zulyedeyn rast dêje. Sehabiyan got, belê rast got. Hz. Pexember (e. s) rabu du rekeat dîsa kirin. Duv re du secde kirin . ”( bixarî)

Sedema Secde Sehwê;

1– Mirovek nimêjêda eb’aze nimêjê, yekî biterikîne. Mînak; tehiyatê anjî duaye qunutê biterikîne secde sehvê sinnete.

2– Mirov rekeata nımêjê da tekevê şike, gelo mı çend rekeat kırıne. Vê gavê secde sehvê sinnete.

3– Tiştek bi mebest nimêjê betal bike. Mirov bîrbike û wî tiştî bike hinge kirina secde sehvê sinnete.

4– Ruku û ferza nimêjê cîhe wan biguhure. Mînak; tehiyateda fatihê bixwîne ruku ê da qunutê bi xwîne.

Secde sehwê çawa tê kirin; Secde sehwê, wek secde nimêjêne. Dawiya nimêjêda, berî dayîna selamê tên kirin. Mirovek nimêj dike selamê bide duvre tê keve bîra mirov demekî derbazbike secde sehwê nê kirin. Lê belê demekî kurtbe secde sehwê tê kirin.

M.Emin Can

www.candname.com

Derbar M.Emin Can

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply