Nexweşiyên Urologî

Pisporên Brîtanyayê testeke nû îcadkirin ku îcad nexweshiya shêrpenche ya prostatî û curbicur nexweshiyên urologî dikare bi rêya ‘bêhn kirinê’ tespît bike. Test îlhama xwe ji dilîna kûchikan ku di bêhnkirinê de serkeftî ne, werdigire û test, rê li ber rêbazên pirr bi êsh in, digire. Di nav 8 mêran de 1 bi vê nexweshiyê rû bi rû dimîne.

Test li ser shopa elementên kimyayî yê di nava pîsîtiya mirovî de ye, disekine û bi li lêgerîna hûcreyan pêk tê. Pispor, bi vê yekê dikarin nexweshiyê zû bi zû tespît bikin.

Lêkolîna ‘rectaal’!

Pisporên Brîtanyayî teqez dikin ku bi vê testê rê li ber testên ‘rectaalî’ yên pirr bi êsh, tê girtin. Testa ‘rectaalî’ sebeba herî mezin yê rê li ber mêran digire ku mêr naxwazin bichin cem bijîjka, ye.

Bêhn xwîner!

Lêkolîn ji aliyê zanîngehên cihêreng û bi 155 mêran pêk hatiye. Di nav 155 mêran de 58 kes bi nexweshiya shêrpenche ya prostatê, 24 kes bi nexweshiya mîzdankê û yên din bi nexweshiyên urologî yên curbicur, bûne. Bi rê ya amûreke (odoreader) ku bi sensoran dixebite, dikare bêhnê ‘bixwîne’ û hûcreyên nexweshiyê tespît bike.

Pispor Raj Persad, The Telegraph ê de wiha dibêje: ev testa hanê ji me re di warê teshhîskirinê de rêya shoresheke nû vedike. Herwiha, di hin rewshan de bi biyopsiyeke berfireh, tespîtkirina nexweshiya shêrpenche ya prostatê hal bi hal ne pêkan e.

Bron: The Telegraph, http://youtu.be/ElPz6VWJGJs
Werger: Metîn Eser

Jêder: felsefevan.org

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply