Navê Wê Baş Nayê Zanîn Lêbelê

Pençeşêra dev ji cureyek pençeşêrê ye ku di salên dawi de zêdetir dibe. Her sal nêzî 40 hezar insan dikeve li wê nexweşiyê. Nemaze kesên umrê wan 40an zêdetir û zilamên alkol û cixareyê bikartînin rastî vê nexweşiyê tên.

Gelo Îşaretên Vê Cureya Pençeşêrê Çi Ne?

“Îşaretên vê piranî li ser lêva insanî ya binî dest pê dike, di vehûnên nerm ên nav dev de, bi stûrbûna kanalên ku tif têde derdikeve ve xuya dike.” vê daxuyaniyê Dixtorê Tenduristiya Dev û Diranan Yuksel Ayaz, wekî îşareta pênçeşêra dev dide.

Der barê vê nexweşiyê de rîska zêde bi taybetî zilam hildigirin.

Pençeşêra dev, piranî piştî 40 saliyê zêdetir tê dîtin.

Li gor jinan, zilam 2 qat zêde rastî vê nexweşiyê tên.

Piranî  sedemên vê jî, wiha têne rêzkirin; kişandina cixareyê, cûtina titûnê û vexwarina alkolê.

Teşhîskirina zû mîna hemî nexweşiyan, rîska pençeşêra dev jî kêmdike.
 

Ji ber vê pispor ji bo tenduristiya dev û diranan 6 mehan carekê kontrola dixtorên pispor tawsiye dikin.

Ji ber pençeşêra dev di salê de nêzi 12 hezar insan jiyana xwe wenda dikin.

Çavkanî: trtnuce

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply