Mixabina Şûv û Rûbarên Me!

Em li jîngeha xwe, li warê xwe, xwedan dernakevin. Çem û rûbarên me li pêş çavan in. Salê bi tonan kirs û sergoyî diavêjine qeraxên şûv û rûbaran da ku biharê an jî payîzê ava rûbaran digel xwe bibin.

Gava ku mirov li qeraxên wan rûbaran derbaz dibe, ji ber ev puntûtî, qirêjî û pîsatiya devrûbaran mirov nefretê li xwe dike. Herî zêde jî ew piniyên (prîma) bebokan mirov eciz dikin. Şebekeyên kanalîzasyonên tuwalet (daşîr), serşok (hemam) û aşxaneyan (mutfaxan) yên gund û bajarên me, texer diçine di nav ava çem, şûv û rûbarên safî û delal de.

Ew rûbarên ku me berê av lê vedixwar, me xwe lê dida û em fêrî melevaniyê (avjeniyê) dibûn, dayîk û xwîşkên me li serê balav dikirin, hirî û liva lê dişuştin, masî lê digirtin heyf û mixabin ku niha hemû şûlî bûne û bênên pîs lê dihên (tên). Taybetî jî bo rûbar û şûvên Şemzînan dibêjim ku, bi salane hemû avên tuwalet, serşok û mutfaxan bi şebekeyê diçine nav rûbarê Şemzînan û di ev deh salên dûmahîkê de sedan avahî hatine çêkirin û dema ciyê xaniyan pê kevçe û ederan derdixin, kamyon wê axê jî dibin dirêjine Kematowa û Berê Sîberê li qeraxên rûbarê Şemzînan.

Ew ax jî digel baran û lêmiştan di jor de diverise bo rûbarî. Rûbar şûlî dibe û çend giyanewerên avî yên wekî masiyan, kore dibin û dimirin. Ew axa ku dirijandine qeraxên rûbar û rêyê, hem darên derdorên rûbarî hişk kirin û gelek jî dibin axê de man û hem jî bûye sebeba xirabkirina rêya Navgerdiyan. Ji bo parastina ev çem û rûbarên me, heta nûke ne rayedarekî dewletê, ne sazî û komeleyekê û ne jî ridînspiyekî (rûspî) Şemzînan deng lê derneketiye.

Çare ew e ku her kesek, ewilî ji şexsê xwe dest pê bike û li derdora xwedan derkeve. Çito (çawa) berê xwe dide mal û xaniyên xwe divêt hoto (wisa) jî li çem, rûbar, şûv, çiya, gund, çarsî (sûk) bazar, bajar, rê, kolan, dol û newal û daristanên xwe xwedan derkeve û li paqijiya van ciyan hişyar be. Kesên ku çepel û pîsatiya xwe dewam dikin jî divêt hişyar bikin. Digel vê yekê, hem bo kanalîzasyona bajarî ya ku dirije nav rûbarî û hem jî, bo kirsê bajarî yê ku şaredarî dirije qeraxê rûbarî li Kozemetranê, pêwîst e ku rayedar çareseriyekê bo peyda bikin.

Ev jî ancax bi rêya bûrokrasiyê hel dibe. Eger em li jîngeha xwe xwedan dernekevin, paşerojeke zor dijwar çaverê me ye. Û peşîmaniya dûmahîkê jî bê fayde ye. We got erê?

15ê Nîsanê 2017 – Miradxan Şemzinî

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply