Mirovê Hewesê

Pîvengeha çûyîna te, li hawir dora hestên min bûye perwan e, ser û binê beyarên bêrîkirina min de agir pêxistin du sêv ê gihîştî di paxila te de, ji dara bejna te. Xeyalên min yên ku ji erotîzma baranê sewt girtine li civaka dilê te de bi cih nabe. Hewesa êşa te dilê min dikizirîn e, dibim weke kuçikek li her kolanî bi kuze kuz, dengê te diger im, û niha kuçikekê bê xwedî..

tu…

di hewesa morikê min de

dayika êş ê min.

 

Dibe ku te ji ber hewesa xwe ez kiribûm mêvan ê şehweta şevên xwe û li ber destê te di bihayê polî de, te yê têra şehweta xwe postikê min bihinciran da, û ji diwana evînparaziyê de ez ji dilê xwe biqewirandama. Dola min ya ku di canê te de ez li’net dikir im, zimanê min ez diherimandim, firîkê giyanê min xwe diavîtin agir.

tu..

di hewesa şevê de welidî,

ji canê te ez mirim.

Ez dimirim, memikê te stara min, li kovanê xeyalî de banga navê te dikim, li ser gerdûnê, li hembêza jana xwe a ku ji kerîk hoviya giyanê te ez! Avjenim, ji arê xeyal kirina te têm.. stara min nîn e ku bê stêrka xwowiya yê bipêjim arvanê dol a xwe!…

tu

afîrînerê negihêştina dola min.

a di malzarok te.

 

ji çend têle porê arîmatiya xwe, Radmûsim!

li serê dil, tîrek ji çîrokên asûr î, xwedeyek hindû tûrek qeraçî li nav milê xwe kiriye, rêwiyên zagros.

tu

awazek di qêrînen bê xwedî de ez

 

û evîn di wargehên awirên te de, baweriya xwedewedên medî, stêrk û gerstêrk di malzaroka te de dikamilin. Esman li ser qefesa te, pîvana şev ê ye

tu

êş, yên dihincir e ez

 

Hev nasîna şehweta xeybê, xewa ku diyariyê çûyinê bê heyam. Destê malkemotê xwedê û destê te êş ê ji canê min re dikin xûma egir û di tehma şevê de awirên te…

tu!

welidî, jiyanê ez kuştim

 

Siya Jandar

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply