Miletên ku têk çûnin

Di dîrokên derbasî de sedema miletên ku ji koka xwe ya rastî helîyane, têkçûnin û hinda bûnin ev in;

Sedema yekê:
Miletên ku ji zimanê xwey zikmakî dûr ketine helîyane û netewa wan îro tune û nenasin.

Sedema diduya:
Miletên ku ji bawerîya Ol’a xwe dûr ketinin ew mileta him rezîl bûnin him bê exlaqî dijîn û ji bo wantu rêzik nemane.

Sedema sisiyan:
Miletên ku jiyana wan ji axa welatê xwe qut bûbin, ew neçarê xizmeta bîyanîyan mane, û ji tevahî heyînên nasnama xwe mehrûm dijîn û tu qedirekî bi rêzik navînin.

Sedema çaran:
Miletên ku bi sirûda netewa xwe û girêday çanda netewa xwe nejîn, ew mileta xelas bûnin û tu erkek pê were nasîn nemine.

Sedema pêncan:
Miletên ku ala netewa wî tunebe ew mileta ne nase û bê welate, dikeve sitatûya penaberên bê dewlet û neçartî penaberê dewletên biyaniyan dimînin û dibin muhacirên welatê lê bûnin penaber.

Sedema şeşan:
Miletên ku artêşa netewa wî tunebe, bê ewlekariye û ew gela bê parastine, kî ji ku derkeve xwe mezinê wî miletê dibîne, û ew mileta dibe xizmetkarek bê maf û dest dirêj.

Sedema heftan:
Miletên ku dibistanê perwerda Zimanê wî tunebe, di welatê xwe de û li mala xwe da dibe civaka dîl ketî û bîyanîyek bê rûmet û xwe nenas.

Sedema heyştan:
Miletên ku zekata aborî ya xwe nede dewleta xwe, ew mileta tu wextê nabe xweyê rûmeta
parastina xwe û dewleta wî ji endezariya berhevî bê hêz dimînin û bê aborîya netewa xwe neçarê destdirêjiya hêzan dimîne.

Sedema nehan:
Miletên ku keda aborîya xwe û berhevê xwe ji bo welatê xwe neke, pêşeroja wê welatê neçarê
deyndarê dewletekî din dimîne û qebûlkirina rêzik û xalên bindestîyê de dimîne.

Sedema dehan:
Miletên ku yekîtiya netewa wê tunebe ew mileta neçarê perçe bûyî dimîne û dibe civakekê
bindestê desthilatdaran de bijin dimîne û dibe karkerên bê maf û bê heq.

Sedema yanzdehan:
Miletên ku bi perwerda dadê neyên perwerde kirin, ew mileta nasîna wî dikeve kategoriya civaka ku dibe zeviya xerabiyên rûyê xwezayî û di biryara dadê û wîjdanî dûr dijîn.

Di jiyana gerdûnî de tu wextê ji NEXWEŞIYA hesûdkaran xelas nabin û ji pêşengiya medeniyetê dûr dikevin, dibin civakê bê bawerî û ewlekariyên bê rûmet.

Behçet Ateş

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply