Mırov, Qeder û Xweza

Devê kîde ziman heye û sûçê erdhecê dikin sûçê Xweda û dibêjin Xweda ferman kiriye erd heciyaye.

Mîna mirîşka ku serê xwe kiriye qûmê heya wî ji cendekê wî nîne, ango haya wî ji qûna wî tune.

Xweda ferman kiriye falan û bêvan ayetê de behsa erdhejê kiriye anjî Hz Mihemed a.s.w di felan û bêvan hedîsê de behsa erdhejê kiriye.

Hey celadê bi maskeya fermana Xweda kişandine serê xwe, hey bê hişan belê raste Xweda terîfa xweza di ayetan de hunartiye û Pêximber jî bi gotinê xwe behsa terîfa Xweda a ji bo xweza dike.

Bes ayet û hedis kilîta ku mirov çawa mêjiyê xwe bikar bînin û bi vîna xwe azad di xweza de xwe himber bûyerê di xweza de diqewimin biparêzin û aramî bijîn, û azad biryar bigrin, azad dadê pêkbînin û jiyana gerdûnî li gora zagona xweda tevdîr bigrin.

Na xêr erdhec Xweda çênake, Xweda ji bona çi hewce divîne ferman bide erdê bihecîne, va him îftiraye davêjin ser Xweda, himjî ne naskirina Xweda ye.

Belê bê guman Xweda hêzeke bê pîvane û lewra mirov xwe dispêre bendê mezinahiya Xweda, û ji berku ji Xweda mezintirîn hêzeke dina tune û lewra alîkarî ji Xweda dixwazin.

Bes erdhec mijareke ji xwezaye û bendê ku dibin sedema erdhecê mirovin, mirovahî bi şaney axê re leystin û her rojan bombe baran bi serê çiyan ser axê de dibarînin.

Xaniyê 40/50 qatî bi hesin û betonê qatan davêjin ser hev çêdikin, li van qatana avê, boriyên ji bona xeta avê, ceyran qabloyên ji bona xeta ceyranê, û di her qatekî de bi dehan mase û kursî, qoltix û kalorî, wel hesil mirov van bargiraniyan tevan hesab dike bi qasê giraniya betona xaniyanjî giraniyek dinan jî heye.

Vana tevahî sedemin ku temarên axê ji hev biqetin û ji rêya erdhecê re derê ku dibin sedema erdhejê vedikin.

Herema bakûr de û taybetî li tirkiyê de anjî di nava devletên rojhelata navîn taybetî dewletên bisilmanan de xaniyê 10/15 qata radikin bê qontrol, bê endezyarine.

Bêguman dema erd heciyan van xaniyên bê qontrola tewletê û endezyaran dibin wekî kormişkê nava zeviyan hildişin.

Herema ku bendê erdhecêjî bide serê, bê guman di rewşeke wekî îro afata wîjî tarîfa wî bê qontrole û bê pîvane.

Mexabin miketê kurd bê perwerde û careke bi qederê hatiye xapandin û destava wanjî ney dikin sûçê qederê sûçdarjî Xweda ye.

Ji xwe napirsin

Xweda çima mêjî  ( aqil ) daye mirovan.

Lê mêjiyê xwe li dijê Xweda di xeta qederê de pir baş bikar tînin.

Çawa Xweda di quranê de behsa hûn çima mêjiyê xwe bikar naynin û ew qewmê ku xwe neguherînin bi ser wande pîsî dibarin.

Bes qasê ku hijmara ayetên ji bo aqilê xwe bikar bînin bi sedan ayet henin, lewra jiyana gerdûnî de ji jiyana mirovahî de, aqil ji bona bifikire û bi çevan bivîne, hêst û vîna azad ji bona biyara jiyanê bi aramî bijîn û ji bûyerên borî sûd bigre.

Dîsajî ji bona kesên ku di bûyera erdhecê de jiyana xwe ji dest danin, Xweda wan bi rihma xwe şake û ji tevahî birîndaranre şifa selametiya tendirûstiya aramî lezgînî bigêhêje û ji bona kesên ku hîna binê xaniyan denin Xweda bargiraniya ser laşê wan sivik bike û tevan biparêze. Amîn amîn

Behçet Ateş

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply