Go hebû Meyrema File, îca dilê waliyê Wanê jî zaf tê hebû. Dikir nedikir keşe qîza xwe nedidayê, digo “Dînê min ayrî yê te ayrî ye; qîza xwe nadim.” Meyremê jî bi canê xwe zaf munasib e. Rokê walî bala xwe dayê ku Meyremê çû ser avê. Eliyê Misilman jî çû.
…………….
Meyremê go Elî ez kevok im, kevoka dora Dêra lo Behra Wanê
Meyrema File digo .. ku maye îro tayê berdim lo ser kitayê
Meyremê digo Elî ca tu rabe bi milê mi porkura Xwedê bigre birevîne
Îro mi bavê tor û bextê keşê lo Dêra Axtirmanê
Delîl delîl delîl lo li vî Metranî
Hey lo li vî zengî li vî hogiçî lo li vî beranî
Metran Îsa malikmîrato heyanî îro min digo qê tu File yî
Wele mi nizanibû qelben lo tu Misilman î
Hêhî
Erê Metrano digo dîsa lo bile dîsa
Êvar e kevok berdane firiyane Dêra Axtirmanê lo çûne lîsa
Îro Eliyê Misilman milê Meyrema File girtiye
Avêtiye Dêra Axtirmanê ber tor û bextê lo Metran Îsa
Delîl delîl delîl lo li vî metranî
Hey lo li vî sengî li vî hogiçî lo li vî beranî
Metran Îsa malikmîrato heyanî îro min digo qê tu File yî
Yeqîn mi nizanibû qelben ne tu Misilman î
Hêhî
Walî digo Metrano Dêra Axtirmanê lo lawo pir piçûk e
Wele sitûna nava dêrê lo delalûk e
Walî digo Metrano ez ketime bextê te û Xwedê navê hezretî Pêxember e
Tu ji mi ra rast bibêjî e nizanim Meyrema File qîz e lo ne ku bûk e
Were delîl delîl delîl lo li vî Metranî
Heywê li vî şengî li vî hogiçî lo tu çiqa beran î
Metran Îsa malikmîrato te û Meyrema File û Eliyê Kurmanc
Te qela Xaçparêza bi hev ra anî
Hêhî
Metran digo walî lawo Dêra Axtirmanê lo lawo pir mezin e
Wele sitûna nava dêrê lo tev hesin e
Lawo qê tu nizanî îro pê va Eliyê Kurmanc milê Meyrema File girtiye
Îro anî avêtiye tor û lo bextê min e
Eger tu bawer nakî bi sê telaq û qesemê Xwedê
Îro Elî zava ye Meyrema lo File jin e
Delîl delîl delîl delîl lo li vî Metranî
Heywê li vî şengî li vî hogiçî lo li vî beranî
Metran Îsa malikmîrato ji wî zemanî heya vî zemanî
Te bi kotekê nanê xwe ji keşetiyê deranî
Hêhî
…… Dêra Axtirmanê lo bi perêz e
Wele Meyrema File yeke bejinzirav e qolê zêra
li ser aniya gevezî lo kiriye rêz e
Elî digo Metrano bi qesema Xwedê kim eger
Meyrema File Misilman nebe
Ji eksa waliyê Wanê ji bona xatirê Meyrema File
Eliyê Misilman ji ser dînê Mıhemed
Ez ê dînê xwe terk bikim bi Filakî lo Xaçparêz e
Were delîl delîl delîl lo li vî Metranî
Heywê li vî şengî li vî hogiçî lo li vî beranî
Metran Îsa malikmîrato heyanî îro mi digo qê tu File yî
Wele mi nizanibû di qel da lo tu Misilman î
Hêhîhî
Metran digo Elî lawo Dêra Axtirmanê lo lawo bi kelek e
Wele Meyrema File yeke bejinzirav e lo çavbelek e
Metran digo Elî lawo ca tu rabe bigre milê Meyrema File
derxe ser banê Dêra Axtirmanê
Li qarişî çavê walî Paşa sî û sê hev îpekê zîvî
ji ber singê Meyrema lo File veke
Wele sê tabûr eskerê dewletê li Metran Îsa lo bi min bûne yek e
Erê li heyfa min û kûçikê waliyê Wanê temaşe ke
Were delîl were delîl delîl delîl lo li vî Metranî
Heywê li vî şengî li vî hogiçî birawo li vî beranî
Metran Îsa malikmîrato te çawa li ser Meyrema File û Eliyê Kurmanc
Te qela Xaçparêza lo bi hev ra anî
Hêhîhî
Metran digo ez wa nakim lo walî lawo ez wa nakim
Wele dînê Mıhemed dînekî qewî ye lo ez melûl nakim
Ez soz û bextê mêrikê Misilmana lo ez xera nakim
Ez ê bi Incîla Îsa bi Tewrata Mûsa bi Qur-ana Mıhemed
lo Mustefa kim
Eger zora te li me hebe ez ê Dêra Axtirmanê
lo li vir xera kim
Wele ez ê riknê camî û mizgefta lo li ser ava kim
Ez ê Meyrema File Misilman kim
Bi qanûnê şir‘a Mihemed bi hedîsa Resûlullah
li Eliyê Kurmanc mar kim
Were delîl delîl delîl lo li vî Metranî
Heywê birawo li vî şengîli vî hogiçî lo li vî beranî
Metran Îsa malikmîrato heyanî îro mi digo qê tu File yî
Wele mi nizanibû qelben lo tu Misilman î
Amadekar: Ayhan MERETOWAR
Mihemedê Xato/Mehmet Akbaş (1936-2019)
* Me (Ayhan MERETOWAR) ev hîkaye di sala 1998an da li gundê Holê (Taşlıdere) ya Hezoya (Kozluk) Batmanê, ji devê Dengbêj Mihemedê Xato/Mehmet Akbaş (1936-2019) girtîye û deşîfrasyona wê kirîye.