Seydayekî li herêma Xerza li Gundem melatî dike. Di waiz û axivtinên xwe de, timî qala xêr û sedeqan kiriye. Seyda mirovek çend bizinê wî hebûne . Seyda di roja Ïnê de li ser roja Qiyametê diaxive. Dibêje : “Xweda gotiye kesên mal û halên wan xweş bin û destên feqir û xizanan negrin, ev yek jî nîşanên nêzîkbûna qiyametê ye.” Hîn feqiyên Seyda dixwazin ku karek ji seyda bixwazin û ser jê bikin, lê ka çawan derfetê bibînin. Bi vê awayê feqî şêwra xwe dikin ku herin bal seyda. Feqiyekî di nav wan de mezin û zana dibêje : “ Hûn li hêviya min bihêlin.”
Êvara îniyê diçin bal seyda rûdinên seyda dibêje “ Gelî feqiyan hun dizanin êvara Îniyê ders nînin, we xêre. ” Feqiyê mezin digrî û dibêje: “Seyda min di xewna xwe de Hz. Xizir dît, ji min re got ‘maye 3 roj dinya xirab be. Here ji seydayê xwe re bibêje, bila du heb karikan bidin we. Ew jî bi we re were devê çemê avê karên xwe serjê bikin û bixwin. Qur’an û mewlûdek bidin hêj ku dinya ser û bin nebûye.’ ”
Seyda dizane ku ji bona karikên wî ne vê dek û dolabê li serî çê dikin. Seyda dibêje : “Rast e di derbarê qiyametê de delîl û ayet hene, te jî xwen dîtiye baş e. Lê ji we dilxwaziyekî min heye. Qur’an û pirtukên xwe li mizgeftê bihêlin, çiqas cil û bergên we yên nû hene li xwe bikin. Yên mayîn jî bidin destê xwe em herin. Seyda du heb karikên xwe dertîne Feqî jî çawan ku seyda gotibû xwe di xemilînin û diçin devê çemê avê. Agir dadidin karikan serjê dikin, bi govend û dîlan û şahî digrin. Feqî têra dilê xwe goştên karikan dixwin. Seyda ji wan re dibêje : “Gelî feqiyan, goştê karikan li Noşîcan be. We zikên xwe têrkirin Cil û Bergên xwe derînin deynin bal min, herin xwe di çem de bişon û warin. ”
Feqî hemû cil û bergên xwe dertînin û datînin bal seyda. Feqî xwe davêjin çemê avê kêfa goşt xwarina karikan dikin. Seyda hemu cil û bergên wan kom dikie û davêje agir, hemû cilên wan di şewitîne. Dema Feqî ku tên dibînin seyda hemu cil û bergên wan avêtine agir û şewitandiye. Feqî hewar û gazî dikin dibên : “Seyda te çima li me a wiha kir; cilên me şewitand, ka e mê çi bikin?” Seyda dibêje:
“We ji min re gotibû, ‘maye sê roj ku qiyamet radibe û dinya xerab dibe.’ Min jî ji we re karikên xwe serjê kir, min got bila feqiyên min goşt bixwin. Ji xwe dinya sê roj şûn de xerab dibe, ma hûnê çi bikin bi cil û bergan?” Dema ku Seyda vê yekê dibêje, feqî destê seyda maç dikin û dibêjin :
« Seyda me ji bona karikên te vê tiyatroyê çê kir, lê te ji me baştir lîst.”
Feyzî Mîrhesen/ Parîs