Tiştek heye: Ser gelgel e,
bin gelgel e,
çav zîqê simêl bel e.
Ew çi ye?(51)
Tiştek heye: Dest û pê çermanî,
xwe hiltanî çaçanî.
Ew çi ye?(52)
Tiştek heye: Şikeftekî reş,
tije mehînên beş.
Ew çi ye?(53)
Tiştek heye: Gayê kejo,
li hewa dajo.
Ew çi ye?(54)
Tiştek heye: Ez çûm nizarkî,
bû nale nala birîndarkî.
Ew çi ye?(55)
Tiştek heye: Diçim ser banê,
pêyê xwe dixim hebanê.
Ew çi ye?(56)
Tiştek heye: Serî çermîn e,
navî zêrîn e,
binî axîn e.
Ew çi ye?(57)
Tiştek heye: Pênc bira tên ji deştê,
her yek ferşek li piştê.
Ew çi ye?(58)
Tiştek heye: Ka zer û kadîn sipî ye.
Ew çi ye?(59)
Tiştek heye: Asmanê tarî,
berf dibarî.
Ew çi ye?(60)
Bersiv:
51-kevroşk-kergûş
52-beq
53-diran
54-teyare
55-bivir
56-çizme
57-kûpa rûn-xilik-dan
58-neynûk
59-hêk
60-moxil
Seîd Veroj – kovarabir.com