Malpereke Nû: Derheq (kurdiwan.com)

Malpereke nû rêvebirê kurdiwan.com M.Emîn Zeynî di derheqê kurdiwan.comê de wiha dinivîse:

Agahdar bin!

Gelî xwişk û bira!

malpera www.kurdiwan.com

bi dest weşanê kir.

Pîroz û bimbarek be..

 

kurdiwan.com

Di nav vê herc û merca dinê de;

dê bibe penaheke bêhnberdanê ji dil û mêjiyan re.

dê bibe hemderd û kulbêjê kesên xwedî êş û eleman.

dê bibe rêheval di jiyana we de.

dê bibe bang û awaza gelê Kurdê bi rûmet.

dê bibe gazî û hawara gelê Kurdê bindest.

dê bibe ayîneya dîrok û edebiyata gelê Kurd

 

Dîwanên Kurdî xîm û binyatên me ne.

Dîwanên Kurdî hebûn û qewetên me ne.

Dîwanên Kurdî nirx û rûmetên me ne.

Nexwe kerem kin evê behra Dîwanên Kurdî…

 

*NÎŞE: kurdîwan.com ne girêdayî tu kom û komele û cemaet û partiya ye.

Dê bi awayekî bêalî Dîwanên Kurdî pêşkêşî gelê Kurd bike.

 

DERHEQ

Şax fêkî dan…

Ew şax û çiqilên ku ra û rihên xwe ji kaniya hîkmet û heqîqetê têr û tije kirin e

êdî bi fêkiyên curbicur dixemilin.

 

Şêyx feqî dan…

Ew şêyx û melayên ku dil û mêjiyên xwe ji kaniya muhebet û marîfetê têr û tije kirin e

êdî feqiyên curbicur belav dikin.

 

kurdiwan.com

Ji xwe re armanca sereke ev pejirandi ye:

Lazim e ku gelê Kurd ji edebiyata xwe haydar bike.

Û bide zanîn ku edebiyata Kurdan ne kêmî edebiyatên navdar e.

 

kurdiwan.com

Dîwanên Kurdî ji xwe re kiri ye rêç û şop.

Ji bo fêm kirin û belav kirina wan dixebite.

 

kurdiwan.com

Xizmetkar û xebatkar e ji bo ziman û edebiyat û çand û hunera gelê Kurd.

 

####

 

kurdiwan.com

internet sitemizin amacı şudur:

Kürt Halkına kendi Edebiyatını bildirmeli ve tanıtmalı.

Ve Kürt Edebiyatının diğer meşhur Edebiyatlardan eksik olmadığını göstermeli.

 

kurdiwan.com

Kürtçe Divanlarını asıl ve esas almıştır.

Tarafsız bir şekilde Kürtçe Divanlarını tanıtmayı ve yaymayı amaç edinmiştir.

 

kurdiwan.com

Kürt halkının kültür, sanat, dil ve edebiyatı için çalışıyor ve hizmet ediyor.

 

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply