Li ser dîroka bûyîna mirovan agahiyên nû

Dihat texmînkirin ku mirovê yekemîn (Homo sapiens) dîroka wî digihîşt 200 hezar sal berê lê niha li Fasê fosîlên nû dîtin ku dîroka wan digihîje 300 hezar sal berê ku ev yek nîşan dide dîroka mirovan ji ya tê zanîn kevintir e.
Di bin rêveberiya zanyarên alman de komek zanyar li bakurê Fasê kolandina xwe didomînin û xwe gihandin fosîlên nû.
Komek zanyar ligel ji Enstîtuya Antropolojî ya Peresendî ya Max Planck (ku navenda wê li Leipzig a Almanyayê ye) paleoantropolog Jean-Jacques Hublin dixebitin. Van zanyaran ji bo kovara zanistê ya îngilîz Nature axivîn.
Heta niha fosîlên herî kevn ên aîdê 200 hezar sal berê li Omo Kibish a Etiyopyayê hatibûn dîtin. Paleoantropolog Jean-Jacques Hublin wisa gotiye: “Demek dirêj me texmîn dikir peresendiya mirovê yekemîn 200 hezar sal berê li rojhilatê Afrîkayê hatiye dest pê kirin. Lê niha daneyên di destê me de nîşan didin ku ev yek 300 hezar sal berê ye û li temamê parzemîna Afrîkayê hatiye belavkirin.”
Zanyar Hublin diyar dike ku wan daneyên “gelek girîng” bi dest xistine, bernamehiyên “rûyê mirov” û di van daneyan de “hestiyê çeneyê jêrîn ê mirovê yekemîn ê afrîkî bi awayê herî xweşik” hatiye dîtin. Hublin wisa didomîne: “Ev mirovê yekemîn dişibe hema kesek ku îro li metroyê rastî mirov bê, rûyê wî dişibe yên niha, mirov şewqeyek bide serê vî mirovê yekemîn mirov dê nikaribe wî û mirovên niha yên modern ji hev cuda bike.”
Lê di heman demê de Hublin dibêje ku valahiya di kiloxa mirovê yekemîn de ji yên mirovên niha zêdetir e û dibêje, “Ji bo ku bigihîje şikla (morfolojiyê) îro divê gelek dem bi ser re derbas biba.”
Ev fosîlên ku dê dîrokê ji nû ve bidin nivîsandin li Cebel Îrhudê ku 400 kîlometre li başûrê paytexta Fasê Rabatê ye hatine dîtin. Di sala 1968’an de jî li vê derê fosîlê zarokan hatibû dîtin û navê “Îrhûd 3” lê hatibû kirin. Berê gotibûn ew fosîl aîdê 40 hezar sal berê, paşê diyar kiribûn ku aîdê 160 hezar sal berê ye.
Xebata ku niha li vê derê tê kirin ji sala 2004’an ve didome

Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply