Li Herêma Kurdistanê Roja Mewlûdê betlane ye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 roj betlane îlan kir û Şeva Mewlûdê jî tê de ye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî daxuyaniyeke fermî da û eşkere kir ku roja jidayîkbûna pêxemberê me Hezretî Muhemmed (eleyhîsselatu wesselam) jî tê de, 3 roj betlane hatiye îlankirin.

Li gor daxuyaniyê 23ê Kanûnê roja çarşemê ji bo xebatkarên Herêma Kurdistanê betlaneya fermî hate îlankirin, 24ê Kanûnê roja pêncşemê jî bi minasebeta jidayîkbûna Hezretî Îsa (eleyhîsselam)  betlane ye. Ji ber ku roja înê jî betlaneya fermî ye, dike 3 roj. Betlane dê roja şemiyê xilas bibe.

Zaman Kurdî

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply