Lêkolîna li ser kêmasiyan

 

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اجْتَنِبُوا كَثِيرًا مِنَ الظَّنِّ إِنَّ بَعْضَ الظَّنِّ إِثْمٌ وَلَا تَجَسَّسُوا وَلَا يَغْتَبْ بَعْضُكُمْ بَعْضًا أَيُحِبُّ أَحَدُكُمْ أَنْ يَأْكُلَ لَحْمَ أَخِيهِ مَيْتًا فَكَرِهْتُمُوهُ وَاتَّقُوا اللَّهَ إِنَّ اللَّهَ تَوَّابٌ رَحِيمٌ (12) الحجرات

Bawermendên birûmet!

Ola Îslamê, lêkolîna li ser kêmasî û rewşa mirovan a taybet qedexe kiriye. Kesê baweriya wî bi Xuda û roja dûmahiyê hebe, lêkolînê li ser kêmasî û rewşa mirovan a taybet nake. Tişta layiqê bawermendan ew e ku di cihê ku lêkolînê li ser kêmasiyên mirovan bikin li ser yên xwe bikin û di demeke herî nêz de wan ji holê rakin. Pêxemberê me di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “Lêkolînê li ser kêmasiyên misilmanan nekin, çi kesê lêkolînê  li ser eyb û kêmasiyên misilmanan bike, Xuda Teala jî kêmasiyên wî dişopîne û dihundirûyê mala wî de be jî wî rezîl û riswa dike.[1] Li ser vê mijarê, di hedîseke din de wiha dibêje: “Ger tu lêkolînê li ser kêmasiyên misilmanan û rewşên wan ên taybet bikî, tê gotin ku tu wan xirab dikî.[2] Lêkolîna ku li ser wan gunehên ku bi dizî tên kirin dibe sedemê kirin û belavbûna wan gunehan di civakê de. Ew kesên di vê rewşê de bin, dibin hevparên wan gunehên ku tên kirin. Ji bo vê yekê nexwe pêwîst e  di cihê ku lêkolînê li ser eyb û kêmasiyên mirovan bike, mijûlê bi eyb û kêmasiyên nefsa xwe be. Lewre ji bilî pêxemberan kesekî bêguneh tune. Ew kesê ku lêkolînê li ser kêmasiyên mirovan  dike  dikeve rewşa wan kesên ku dixwazin wan  belav bike. Digel wî qasî Xuda Teala di Qurana Pîroz de di derbarê wan de wiha dibêje: “Bi rastî ewên hez dikin ku kiryarên xirab di nav ên ku bawerî anîne de belav bibe, ji wan re li dinya û axretê janeke dijwar heye. Xuda Teala dizane û hûn nizanin.[3]

Misilmanên birûmet!

Ola Îslamê, ji bo ku mirov piçûk bên dîtin, destûrê nade ku eyb, kêmasî û jiyana wan a taybet bê şopandin û van tevgeran weke bêexlaqiyeke mezin dide xuyakirin. Çawa ku di Qurana pîroz de ferman dike: “Gelî bawermendan! Xwe ji pirê gumanê biparêzin, bi rastî hin ji gumanê guneh e. Casûsî û sîxûriyê nekin û seba hev nekin. Ma bi yekî ji we xweş tê ku goştê birayê xwe yê mirî bixwe? Hûn ji vê hez nakin. Nexwe ji Xuda Teala bitirsin. Bêguman Xuda Teala, tobewergir û dilovan e.[4] Em ji umeta pêxemberekî wisa nin ku naxwaze umeta wî bikeve tengî û nexweşiyan û dilê wî razî nabe ku em bikevin teqna dilxirabiyê. Nûnerê dilovaniyê yê herî mezin pêxemberê me Muhemmed Mistefa divê mijarê de me hişyar dike û wiha dibêje:  “Xwe ji gumanê dûr bikin, lewre guman xebera herî derewîn e. Casûsî û sîxûrîyê nekin, li ser jiyana hev a taybet lêkolînê nekin, berberiyê bi hev re nekin, çavnebariyê bi hev re nekin, aciziyê ji hev nekin û pişta xwe nedin hev. Bendeyên Xuda ji hev re bibin bira.”[5]

Bawermendên birûmet!

Eger baweriya me bi Xuda Teala û roja dûmahîyê hebe, pêwîst e em xwe ji her cûreyên gunehan biparêzin. Ez xutbeya xwe bi wateya hedîseke pêxember diqedînim: “Ew kesê ku birayekî xwe yê misilman bi gunehekî tewanbar bike, heta ku ew jî wî gunehî neke , Xwedê Teala canê wî nastîne.”[6]

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]  Tirmizî bir. 83

[2]  Ebu Dawud edep 44

[3]  En-Nûr 19

[4]  El-Hucurat 12

[5]  Mislim 2563

[6]  Tirmîzî sifatul qiyame 53

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply