Kurte fîlma “Lanke” ya hunermendê sînemakar ê Kurd “Zanyar Lotfî” ku roja 20 heya 22’ê Çileya Paşîn çû ser ekranê, 2 serkevtinên mezin bi dest xistin.
Berhema sînemakarê Kurd yê xelkê bajarê Sine, Zanyar Lotfî ku kurtefîlmek e bi navê “Lanke” (Landik), lewha rêzgirtinê ya pêncemîn fistîvala navnetewî ya Fîlmê, ku li “Montana” ya welatê Amerîkayê hate lidarxistin, bidest xist.
Eva di demekî de ye ku kurtefîlma “Lanke”, hevdem bo qonaxa dawiyê ya 37’mîn gerra fîlma Kurt a welatê Firansayê jî hate hilbijartin, û ket nava lîsteya dawiyê ya berbijêrên xelata navnetewî a vê fistîvalê.
Kurtefîlma “Lanke” bas ji hewlên zarokekî dike ku, naxwaze zarokeke din ku di landikê de raza ye, ji xewê hişyar be.
Di vê Kurtefîlmê de Romîna Lotfî û Şerîf Wefayî û Sohêyl Kerîmî û herweha Jîwar Lotfî rol lîztine.
Ajansa Kurdpa
Gotara berê: Ji Evîna Rojên Kevin: Sinetkirin û Kirîvantî
Gotara piştî: Parvekirina devokên kurmancî
Gotarên Têkildar
Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket
Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!
“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket
Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

