Kurdên Swêdê karin kitêbxaneyê ji girtinê xilas bikin

Kitêbxaneya kurdî li Stockholmê êdî ketiye rewşeke aborî ya zêde dijwar de û nuha bi kampanyayên piştgîrî ji miletî dixwaze ku yarmetiyê pêşkêş bikin da ku deriyê kitêbxaneyê vekirî bimîne.

Berpirsê kitêbxaneyê, Newzad Hirorî dibêje pareyên yarmetiyê kitêbxaneya kurdî li ser piyan girtiye/hiştiye.

Pirsa aboriyê û tirsa girtina kitêbxaneyê êdî bûye rojana karmendan. Sal bi sal alîkariya ji dezgehên dewletî kêmtir dibe û lêçûn û kiriya ciyê kitêbxaneyê girantir dibe.

Newzad Hirorî dibêje ya em herî dawî hizra wê dikin girtina kitêbxaneyê ye û hîna çend çare hene ku karin alîkar bin, yek ji wan eger kurdên Swêdê şiyar bibin û xwedî li kitêbxaneya kurdî derkevin e.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *