Koma Sormeyê ya Xwendinê

Koma Sormeyê ya Xwendinê: Xwendekarên Beşê Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Rojavayê romana “Cihûyê Xweşkok” a Elî Elmuqrî nîqaş kir.

Koma Sormeyê ya Xwendinê do êvarê, 24.02.2017an, rûniştina xwe ya 8em li nivîsgeha Kovara Sormeyê ya bajarê Qamişloyê li dar xist.
Rûniştina ku bi beşdarîya xwendekarên Beşê Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Rojavayê çû serî, nîqaşa romana “Cihûyê Xweşkok” a nivîskarê Yemenî Elî Elmuqrî kir.
Xwendekarên beşdar rûniştin bi nêrîn, nirxandin û rexneyên xwe dewlemend kir.
Koma Sormeyê ya Xwendinê spasîya xwendekarên Beşê Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Rojavayê dike û hêvîdar e ku beşdarî û rûniştinên xwe yên nirxandina berhem û wergerên wêjeya Kurdî dewam bikin.
Hêjayî gotinê ye ku rûniştina nîqaş û nirxandinê bi beşdarîya wergêrê romanê, Evdo Şêxo, çû serî.

Etîket: koma, sormey, xwendin

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Tarîtî û Ronahî

“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle