Şêx Hesenê Şêx Yasîn yek ji wan alimên me yên hêja ye ku di sedsalên 19 û 20an de jiyaye. Digel kitêbek berfireh di mijara fiqhê de nivîsandiye jî mixabin di derdoreke fireh de, di nav ehlê medreseyê de û di nav xebatên Kurdolojiyê de behsa navê wî û navê kitêba wî nebûye.
Ev xebata giranbiha me ji du destxetan amade kiriye. Em gelek bextewar in ku ev xebata gelek hêja wenda nebû û me gihande xwendevanên hêja.
Kitêba Tuhfetul-Muslimîn ji bo nesra Kurmancî pirr girîng eLi gor nasnameya wî ya fermî, Şêx Hesenê Şêx Yasîn di 1895an de ji dayik bûye.
Şêx Hesen, ji kîjan çavkaniyê îstifade kiribe, li dawiya paragrafê navê çavkaniyê û numreya rûpelê wê qeyd kiriye. Ev yeka jî, kitêba wî bêtir dîsîplîne û qedirbulind kiriye. Şêx Hesen metodeke ilmî taqîb kiriye; fikrê xwe bêyî delîl û çavkanî ranegihandiye.
Beşên kitêbê: Paqijî, Nimêj, Zekat, Rojî, Hec, Tîcaret, Mîras, Nîkah, ‘Iddet, Cînayet, Cîhad, Nêçîr û Serjêkirin, Qurban, Xwarin, Qazî, Şahidî, De’we û Delîl, Azadkirina Koleyan.