Jiyaneke Asteng…

Di cîhanê de nêzî mîlyarekî mirovên asteng hene. Li nav wan de keç ,xort, zarok, kal û pîr cih digrin. Ane gorî lêkolînger û bijîşkan sedemê astengiya wan gelek in. Xebat li ser vê mijarê tê kirin, lê dîsa jî bêbersiv dimîne û têrê nake. Nav vê jiyanê de cûr be cûr mirov dijîn, olê wan li hev cuda ne, rengê wan li hev cuda ne, zimanê wan li hev cuda ne, çandê wan li hev cuda ne, ya herî dewlemendiyê dixe navbera mirovan jî ev tiştên in.

Niha di jiyanê de, rengekî din jî xwe afirandiye , ew jî dibê ez hem e. Çavên wî devên wî, porên wî, ew jî xwedî maf in li vê cîhanê de. Dema ku nav wê dewlemendiyê de xwe nebîne êdî bêçare dimîne û roj bi roj jiyana xwe wusa didomîne. Mirovên asteng  rastiyên  xwe qebûl dikin, ew astengiyên xwe qebûl dikin, lê mixabin ew kesên ku li ser axa cîhanê de dijîn vê astengiyê nabînin û nas nakin. Raste bi salane ji bo van kesên asteng gelek tişt hatiye kirin, lê hişmendiya mirovan de û nêrînên wan li henberî astengan nehatiye guhurandin.

Li aliyê aboriyê ve mirov dikare bêje gaveke baş hatiye avêtin û kesên asteng û malbat kêm zêde pêdiviyên xwe pêk tînin, niha di gelek hereman de aliyê perwerdê dibistanê taybet bi salane hatine vekirin û ew kesên ku asteng perwerdê dibînin. lê emê hişmendiya hemberî kesên asteng çawa biguhurin û li holê rakin. Emê bi çavekî çawa li wan binêrin. Ya herî girîng jî ev e.

Xeynî ew tiştên ku tên kirin, gelek tiştên ku bên kirin jî hene lê mixabin nay kirin. Dema ku hişmendî neyê guhurandin, mixabin asteng feraseta mirovanda nayên qebûl kirin. Gavên ku em ji bo wan biavêjin yê bêqîmet bimîne. Di kolanan de, di bajaran de, di cihên xwarin û vexwarinê , çayxane û cihên ku mirovên bê asteng dijîn gelek in. Ya herî girîng ewe ku ew kesên asteng jî nav wan de cihên xwe bigrin û bên qebûl kirin û tev wan bijîn. Hewceye  Kêmasiyên astengan mirovên neasteng bicih bînin. Xwe bixin şûna wan, Seyranan de, peyarêyan de, sûkan de, û nav her kirinên rojane de, hewceye xwe bibîne. Astengî tiştekî bê vîna mirovan derdikeve holê, pêşerojê de kî asteng be kî asteng nebe ne kifş e.

Bila her mirovekî li vê cîhanê dijî xwe têxe şûna astengekî û çend rojan an jî çend saetan wusa bijî û ber bi çavan derbas bike. Bila çavên xwe, guhên xwe û devên xwe negrin. Astengî ne tiştekî fedî ye, ya fedî hişmendiya nêzî astenga dibe ew e. Bila asteng ji we re bibin stêrk, bila bibin bêdengiya we, bila asteng bibin hişmendiya we û bila nû mirovahiyê biafirînin…

 

S.Marufoğlu

15/08/2017

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply