Kovara Kurdî ya moda û makyajê Kubar hejmara xwe ya pêncan weşand. Kovara ku bi awayekê dijîtal tê çapkirin, bi hejmara xwe ya nû, bi naverokekê dewlemend derket pêşberî xwînerên Kurd.
Di hejmara nû da, li ser berga kovarê hevpeyvîna balevana Kurd Leila Loisê heye. Pê re li ser balevanî û jiyana wê hevpeyvînek kirine. Bi modeleke biyanî Xira Raeyê re jî li ser modeltiya wê hevpeyvîn kirine. Her wiha pêşnîyazên bedewî û trendên dawî yên jin û mêran, dilsariya zayendî, tenduristiya diranan û kovara binavûdeng Vogue jî di naverokê de bi cîh girtine.
Beşekî ji nivîsa edîtora giştî ya Kovara Kubarê Ayşenûr Ozel wiha ye:
“Mode bixwe peyameke mezin e ji bo me. Werin em bi Kubarê guh bidin peyamên wê. ”
Ji bo hejmara sêyem ya kovarê hûn dikarin li vir bitikînin;
https://kovarakubar.com/2021/06/04/hejmara-pencan-ya-kubare/
Navnîşanên medyaya sosyal ya Kubarê;
Twitter: KUBAR
Instagram: kubar_ekovar