Li ser dîwarên kuçeyên taxa me wêneyên minên xêzkirî
Di destê qomserê taxa me de navnîşana min
Heçku diçe nêzê min dibin
Derdora min hatiye dorpêçkirin
Bêhêvîtî xwe li dilê min dipêçe
Li pişt xwe nefesa neyarên dest bi xençer hîs dikim
Bêhna mirinê çi xerîb e!
Di demança min de sê gule hene
Yekê ji bo xwe dihêlim
Duduyan di kodika pencera oda xwe de diçînim ji bo tola min hildin
Çembera dora mala min tengtir dibe
Ez di xefkê de
Di hişê min de tu hepuskirî yî
Cixara xwe ya dawîn dikşînim
Dengek ji devê te diwelide di guhê min de olan dide
“Dilo tu nê kengî me azad bikî?”
Kulpêna dilê min e
Kulpênek bêwate,bêtirs
Wêneyê te li ber çavên min xêz dibe
Derdora min bi xiyanetê hatiye dorpêçkirin
Dijminên minên dest bi xencer li piştek digerin ku bidin ber xencerên xiyanetê
Pişta min ji wan re dibe pişt û min dike qurbana wan
Morikek li ber çavê min dikeve di xwîna min de dixeniqe
Qomserê taxa me tê ser laşê min
Di nava gola xwîna min de wêneyê te yê xêzkirî dibîne
Êdî oda min ji min teng nayê
Kurtedemek diya min tê ber çavê min
Di ber zayînê de ye
Dewletek bêserî diwelidîne
Di nava xwîna ku ji diya min diçe de nexşeya Kurdistanê dibînim
Xwîn ji min diçe
Wêneyê te bêtir xuya dibe
Dijminên min bêtir diheyyîrin bêtir hêrs dibin
Bi pihînan li laşê min didin
Wêneyê te geştir dibe
Êşê hîs nakim
Tenê li wê dewleta bêserî difikirim
Li Kurdistana xwe difikirim
Qedera wê jî mîna a min e
Bi pênûsa xiyanetê hatiye xêzkirin
Wê xencerên xiyanetê li ser laşê wê jî reqsê bigrin
Derdora min bi xiyanetê hatiye dorpêçkirin
Cixara min diqede
Gula mina dawîn nateqe
Xwîna min ji bo wêneyê te xêz bike diherike
Dilbirîn Dilo