Ji Weşanxaneya Zehrayê Rîsaleya Lem‘eyan Weşîya 

Nivîskarê evê berhema di destê we de Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, di muddetê umrê xwe yê nêzîkî sed salî de, li hemberî êrîşên leşkerî û çandî û fikrî yên Xerbê, li ser xîm û esasên Qur’an û Sunnetê, cewher û dînamîkên manewî yên alema Îslamê derpêş kiriye û ji nû vejandiye. Her wuha, bi Kulliyata xwe ya Rîsaleyên Nûrê, ekoleke fikrî ya Îslamî ya hemdem pêk aniye.

 

Seydayê Bedîuzzemanê ku heqîqetên îmanê, ji bo înşa û avadaniya civaka Îslamê ya hemdem, wek xerc û xîmê bingehîn destnîşan dike, sûra keleha Îslamê ku tê de qul û gêdûk hatine vekirin, ji nû ve dest bi temîr û tekûziya wê kiriye. Ev dellalê dikana mucewheran ku bi hessasiyeta serrafekî dixebite, ders û şîroveya Qur’an û Sunnetê ya hemdem, wek kaniyeke ava jînê, digihîne însanên vê esrê ku di nav teferruat û kitekitan de fetisîne û di bin kar û barên dunyewî de westiyane û bêtaqet mane. Ewên ku ji vê kaniya bi îksîr vedixwin, di bin siya Qur’an û Sunnetê de, ji nû ve berê xwe didin jînê û ji nû vedigerin heyatê. Ruhên ku di ber bi mirinê berzewal, qelbên ku di bin barê gunehan de zengar girtî û dilên ku di nav bêhêviyê de diperpitin û êş û azaran dikêşin, bi nefeseke mesîh-mîsal ji nûve zînde dibin û vedijin. Meriv dikare bêje ku, ewên Rîsaleyên Nûrê bi fêm û feraset dixwînin, di heyata xwe de, mezherî heqîqeta be‘sû be’del-mewtekê (vejîna piştî mirinê) dibin.

 

Seydayê Nûrsî, ji bo ewladê evê esra ku lingê wî zû dişemite, ji Quran û Sunnetê, rê û rêbazeke herî kin û biselamet amade kiriye. Ev rêya han, rêyeke wisa ye ku di vî zemanê tevlihev de, îmana teqlîdî ya ku li hemberî êrîşên bîd‘et û delaletan zû ditemire, bi ilm û îspat û bi awayekî eqlî û mentiqî, bi îmana tehqîqî digerîne ya ku li hemberî ba û bahozên înkarê yên herî dijwar û li pêşberî artêşên şek û şubheyên herî har jî, naheje û natemire. Wihareng ev dilopên nûrê yên ku ji asîmanê Qur’an û Sunnetê yê bilind û bala dibarin, ji bo birînên manewî yên muslumanên roja îroyîn, dibin melhemeke şîfadar û tilsimeke dewadar.

 

Ev pirtûk ji alê weşanxaneya Zebrayê ve hatiye weşandin.

 

Sipariş : 0212 549 65 70

GSM     : 0505 259 84 02

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply