Ji Gencineya Kultûra Kurdên Serhedê Berhemeke Nû: Dendo

Nîhat Önerê ku ev bi salane li Serhedê karê berhavkarîyê dike, pirtûka xwe ya çîrokan ya duyemîn derxist.

Nîhat Öner bi qasî 15 salane li Serhedê gund bi gund digere û çîrok, metelok, biwêj û gotinên pêşîyan berhev dike û çanda Kurdan a devkî ya dewlemend ji wundabûnê xelas dike. Öner cara yekemîn di sala 2016an da pirtûka xwe ya çîrokên gelêrî ya bi navê Mîrza Mihemed, Gurzek Çîrok Ji Herêma Serhedê di nav weşanên Avestayê da çap kiribû. Piştî ku Mîrza Mihemed çap bûbû, gelekî bala dilxwaz û dildarên çand û zimanê Kurdî kişandibû.

Öner piştî du salan, vê carê pirtûka xwe ya duyemîn a bi navê “Dendo” ya ku ji çîrokên gelêrî yên gelê Kurd pêk tê ji nav Weşanên Wardozê derxist. Hêjayê gotinê ye ku weşanên Wardozê ya ku îsal li Amedê vebû, girîngeyeke mezin dide folklara Kurdan. Weşanxaneyê di nava çend mehan de bi dehan pirtûkên li ser folklara Kurdan derxist. Yek ji wan pirtûkan jî Dendo ya Nîhat Öner e.

 

Dendo ya ku ji 15 çîrok û fablan pêk tê, bi devoka Serhedê ya resen ve hatîye nivîsandin. Di deşîfre kirina çîrokan da, bi tu awayî mudaxileyî zimanê çîrokbêjan nehatîye kirin.

 

Ji xeynî devoka Serhedê, çend çîrok jî ji Kurdên ji êla Celalîyan hatine berhevkirin û bi devoka Celalîyan ya resen ve hatine nivîsandin. Ev cara yekem e ku devoka Celalîyan evqas zelal di nivîsê de tê bikaranîn. Devoka Serhedê di nava devoka Serhedê de devokeke cuda ye û tenê Celalî bi wê devokê diaxivin. Ev cara yekem e ku ev devoka di pirtûkê de evqas baş tê bikaranîn.

 

Nîhat Öner kî ye?

Öner di sala 1985an da li Agirîyê gundê Qazî ji dayîk bûye. Niha li bajarê Agirîyê dijî û li ser çand û dîroka Kurdan ya devkî xebatên berhevkarîyê dike. Ji xeynî her du pirtûkên wî yên çapbûyî, gelek xebatên wî yên din, li ber destê wî ne û yê dor bi dor wan bide ber çapê. Hêjayê gotinê ye ku wî û hevalên xwe bi qasî panzdeh sal berê nexşeya Agirîyê ya bi Kurdî amadekiribûn. Di heman salan de ferhengeke Kurdî çap kiribûn belaş li gelê Agirîyê belav kiribûn.

 

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply