Hunera Sewatê

Li ser rûyê erdê ji destpêkê heta îro hunera sewatê bi kevneşopiya xwe ya geleri dewam kiriye û heta îro hatiye. Yek ji van ciyan jî bajarê Wanê ye. Li Wanê sewata li ser zîvê her roj zêdetir bi nirx dibe.

Li Wanê tenê atolyeya sewata zîvê heye û di amûrên xemlê de jî gelek eleqederbûnek mezin dibîne. Sinetkarê sewata zîvê diyar dikin ku bi zimanê ermenî ji sewata zîvê re “reş” û “neqş” tê gotin navê vê hunera sewatê û wiha tînin ziman: “Li ser zîv şekil tên xêzkirin û 450 derece tê helandin û piştî ku tê sarkirin bi hawanê tê hûrkirin. Sewata ku tê bidestxistin li ser zîv tê bikaranîn.”

Karsaz didin zanîn ku hunera sewatê di dest pêkê de ji aliyê hostayên ermenî ve hatiye bikaranîn û pêşxistin. Hunera sewate taybetmendiyek herêma Wanê ye ku ji sedsala 18an û maye û heta niha wek hunerek bi pêş ketiye.

Her wiha ji bo ku vê hunerê bê nasîn, bi rêya sinetkarê Wanê, li Ewropayê jî pêşangehên ber û berhemên vî karî ji mirovên biyanî re j tên pêşkêşkirin.

Salnameya Nûbiharê

Derbar Çand Name

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply