Hişê çêkirî dê bandor li sed mîlyon karkeran bike

Li gorî rapora şîrketa Goldman Sachsê hişên çêkirîye yên wekî ChatGBT dê li seranserê cîhanê bandorê li sed mîlyon karkeran bike. Karên ku dê herî zêde xetereyê bibînin yên îdarî û qanûnî ne.

Hişê çêkirî dê hêsanîyê bîne gelek waran û di heman demê da jî gelek kesan bêkar bihêle.

Goldman Sachsê dibêje ku hişê çêkirî di bazara karî da dikare bibe sedema “tevliheviyekê girîng”.

Li gorî lêkolîna nû ya şîrketê tê texmîn kirin ku hişê çêkirî li seranserê cîhanê bi qasî 300 mîlyon karên full- time tehdîd dike.

Chat GBT çi ye?

Bi kurtasî bernameyeka/roboteka hişê çêkirîye ku rê dide hûn pê re biaxivin û pirsan wek dîyalogan jê bikin. Dema hûn pirsan dikin ew li hemî daneyan dinêre berhev dike, serast dike û dike bersivek.

Yanî dema tu pirsekê ji Google-ê dikî îhtimal heye ew milyonek encam nîşanî te bike lê bi xwe bersivekê nade. Lê Chat GBT ji wan hemî daneyan bersivekê çêdike û dide te.

Botan Times

Derbar Rêvebir

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply