Hinek Nîşeyên English / Kurdî (Kurmancî)

ZimanzimanENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 1
VERB TO BE: A/ Lêkera “bûn:” A
Following nouns and adjectives this auxiliary verb (am, are, is…) is written unattached in Kurmanji Kurdish. See the examples below.
– Li dû navan û shanan lêkera ‘bûn’ di Kurmancî de bi serê xwe dihêt nivîsandin. Nimûne:
Ez dûr im = I am faraway.
Tu dûr î = You are faraway.
Ew dûr e = He/she/it is faraway.
Em baş in = We are well (good).
Hûn mezin in = You are big.
Ew nêzik in = They are close by.
ENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 2
VERB TO BE: B/ Lêkera “bûn:” B
There are two types of VERB TO BE in Kurmanji. One for words ending with a consonant as the examples in Lesson 1 show and one for words ending with a vowel (See the examples below).
– Du şêwe lêkerên “bûn” di Kurmancî de hene. Yek ji bo peyvên bi tîpeke bêdeng bi dawî dihên û yek ji bo peyvên bi tîpeke dengî (a,e,ê,i,î,o,u,û) bi dawî dihên. Nimûne:
Ez mamoste me = I am teacher
Tu mamoste yî = You are teacher
Ew almanî ye = He/She is German
Em mamoste ne = we are teachers
Hûn li rê ne = You are on the way
Ew ji Îraqê ne = They are from Iraq.

ENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 3
Comperative:
English: big > bigger/ small > smaller
Kurdî: mezin > mezintir/ biçûk > biçûktir
Ewropa mezin e, lê Asya mezintir e = Europe is big but Asia is bigger.
Hesp beza ye, lê otomobîl bezatir e = The Horse is fast but the car is faster.
Payîz xweş e, lê bihar xweştir e = Autumn is nice, but spring is nicer.
Dewlemendî bash e, lê bextiyarî bashtir e = Being rich is good but happiness is better.
ENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 4
City = bajar // and = û // in, at = li // not = ne // but = lê // also, too = jî = // far = dûr.
Berlîn bajarek e; li Almanya(yê) ye û Almanya li Ewropa(yê) ye = Berlin is a city; (it) is in Germany and Germany is in Europe.
Sydney jî bajarek e, lê Sydney li Australya(yê) ye. Australya dûr e = Sydney is a city too, but Sydney is in Australia. Australia is faraway.
Aram mamoste ye. Li Hewlêr e = Aram is teacher. He is in Hewler [Hawlair] (Erbil).
(In Kurdish VERB TO BE follows nouns and adjectives: bajar e = it is a city / mezin e = it is big.)
ENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 5
THE FUTURE TENSE / Dahatû (soranî) = siberoj, dema li pêsh
I will go = Ez ê biçim (herim).
You will come = Tu dê* werî.
He, she, it will get lost = Ew ê wenda bibe.
We will cry = Em ê bigirîn.
You (plural) will laugh = Hûn ê bikenin.
They will fall = Ew ê bikevin.
* Following a word that ends with a vowel “ê” usually changes to “dê” Example: Maria dê were = Maria will come.
Some Kurmanjî dialects my use “wê” instead of “ê” and “dê”.
– Li hinek herêmên Kurmancan “wê” jî ji bo siberojê dihêt bikarhanîn. Nimûne: “wê werin.” Bi dîtina min ev şêweyeke devokî ye û kurtkirina “ew ê…” ye.
ENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 6
My name is Azad = Navê min Azad e.
My father’s name is Osman = Navê bavê min Osman e.
My mother’s name is Sara = Navê daya (diya) min Sara ye.
Our home is in Afrin = Mala me li Efrînê ye.
My brother’s home is in Berlin (he lives in Berlin) = Mala brayê min li Berlînê ye.
We are not together = Em ne bi hev re ne.
ENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 7
China is a big country, it is in east Asia = Çîn welatekî mezin e, li rojhilatê Asya (Asyayê) ye.
Switzerland is not a big country, it is a small country in western Europe = Swîsra ne welatekî mezin e, welatekî biçûk e li rojavayê Ewropa(yê).
Alaska is in North America but Zimbabwe is not in America, it is in south of Africa = Alaska li bakurê Amerîka (Amerîkayê) ye, lê Zîmbabwî ne li Amerîka ye, li başûrê Afrîka (Afrîkayê) ye.
Where is your country? = Welatê te li ku ye?
ENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 8
Azad and Oso are brothers = Azad û Oso bra ne.
Sosin and Aysha are sisters = Sosin û Eyşê xwîşk in.
We will go to Afrin (Kurdish town near Aleppo) one day = Em ê rojekê biçin Efrînê.
Azad is not here but Sosin and Aysha are here = Azad ne li vir e, lê Sosin û Eyşê li vir in.
We are here; they are there. We don’t see each other = Em li vir in; ew li wir in. Em hev nabînin.
ENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 9
– What is your name? = Navê te çi ye?
– My name is Azad, what’s your’s? = Navê min Azad e, lê yê te?
– My name is Berivan. I know you. = Navê min Bêrîvan e. Ez te dinasim.
– Ez Azad im; ew Bêrîvan e. Em xwendekar in = I am Azad; she is Berivan. We are students.
– I know her and she knows me. We know each other = Ez wê dinasim (nas dikim) û ew min dinase. Em hev dinasin.
ENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 10
The colour of the paper is white = Rengê kaxizê (kaxetê) spî ye (gewr e).
The colour of blood is red = Rengê xwînê sor e.
The colour of leaves changes in autumn = Rengê pelan payîzê dihêt guhertin.
The colour of her car is yellow = Rengê otomobîla wê zer e.
The colour of coffee is brown = Rengê qehweyê qehweyî ye (qehwerengî).
Her hair is black but she is blonde now = Porê wê reş e lê porzer e nuha.
ENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 11
The sea is blue under the sunlight today but it may have another colour tomorrow = Derya îroj di bin ronahiya rojê de hêshîn e lê heye ku sibe bi rengekî din be.
The colour of her dress is white, not black; she is the bride = Rengê kirasê wê spî ye (gewr e), ne reş e; ew bûk e.
I like the purple colour but not for my jacket or my car = Ez ji rengê mor hej (hez) dikim lê ne ji bo saqo yan otomobîla min.
The sun on Kurdistan’s flag is yellow but the one on Japan’s flag is red = Roja li ser ala Kurdistanê zer e, lê ya li ser ala Japanê sor e.
When he was young he was a revolutionary but now he is against all kinds of revolutions = Dema ciwan bû şoreşgêr bû lê nuha li dij hemî babetên şoreşan e.
ENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 12
The pen is on the book and the book is beside the computer = Pênûs li ser pirtûkê ye û pirtûk li kêleka (tenişta) kompiyûterê ye.
His name is under your name = Navê wî di bin navê te de ye.
Their home is opposite the town’s park = Mala wan li hember baxçeyê (parka) bajêr e.
Her car is bihind your father’s car = Otomobîla wê li pash otomobîla bavê te ye (li paş ya bavê te ye).
They are sitting in front of us but that doesn’t mean they are more clever than us = Ew li pêş me daniştine (rûniştine) lê wateya wê ne ew e ku ji me zîrektir in.
Look in front of you, not behind you = Li pêsh xwe binihêre, ne li pash xwe.
The child is between two older sisters = Zarok di navbera du xwîşkên jê mezintir de ye.
ENGLISH/ Kurdî (Kurmancî) 13
Where is your father? = Bavê te li ku ye?
My father is in the town = Bavê min li bajêr e.
Bajar = town, city / li bajêr: in (the) town.
Is your mother (at) home? = Daya (diya) te li mal e?
Yes, she and my sister are at home. = Erê, ew û xwîşka min li mal in.
Thanks, bye = Spas, bi xatirê te.

Nivîskar: Shahînê Bekirê Soreklî

Etîket: English / Kurdî (Kurmancî), Kurdî, Kurmancî, Polylang KMR

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Xelîfe Yusuf di “Manzum Takrîz”ê de Dibêje: “Ilim tenê bi Erebî nîne”

Veracêkerdena Gramerê Kirdî-Dimilî-Zazakî û Kurmancî – 7 –

Ziman û Postmodernîzm

Ziman û Nivîs: Nexşeya Ramanê û Lengerê Nasnameyê

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle