HEKE JUPÎTER TUNEBÛYA?

Gerstêrka mezintirîn ya di pergala rojê de Jupîter, bi rastî bi hebûna xwe hemû hevsengiya Erdê (Dinyayê) pêk tîne. Hemû hesab û hilkolînên astrofîzîk rastiyan derxist holê ku, hebûna Jupîterê ya li ser rêgeha pergala rojê, hevsengiya tevî Erd hemû gerstêrkan rast dike û nahêle ku ji ew rêgehên xwe derkevin.

6 mîlyon sal berê,  serdema mezinên me yên dînozoran bi xemsariya Jupîterê ji holê rabû. Jupîter, hêza kêşeyî hilgirtiye ser milê xwe û nahêle tu meteor li Dinyayê bikeve. Lêbelê 65 mîlyon sal berê Jupîtera parêzvan, li ser hemdê xwe nebû û ji rûyê wê, Asteroideke pir mezin li Dinyayê ket û hemû dînozorên reben ji holê rabûn. Xemsariya Jupîterê bû bela serê Dinyayê. Bi sed hezeran dînozor mirin û bûn wek fosîl. Em dikarin bibêjin di bin mirina wan dînozoran de xêrekê jî heye, ji ber hindê ye ku, heke dînozor ne miriban wê niha tu neft û petrola me tunebûya. An jî berevajî wê bifikrin, belkî ewqas şerê petrolê jî dernediket holê û niha Dinya aramtir bibû.

Niha em behsa erka girîng ya Jupîterê bikin.

Kar û xebata din ya Parêzvaniya Jupîterê jî, stêrknasê navdar George Wetherill di gotara de xwe ya bi navê “Jupîter Çiqas Rind e”, ser erkê Jupîterê wisa dinivîse:

Heke Jupîter di heman cihê xwe de, gerstêrkeke mezintirîn nebûya, niha Erdê me rastî êrîşên meteor û stêrkên beredayî hatibû, ji ber ku di navbera Dinya û Jupîterê de valahiyek mezin çê biba û ew yek wê biba, keysa herî mezin ya Meteorên beredayî. Û heke Jupîter nebûya, niha em qet tunebûn û me niha nedikarî wan tiştan eşkere bikin. Nebûna Jupîterê, mirina me ye.

https://www.parzemin.com/heke-jupiter-tuneba/, 29.09.2014, Rêvebir

Etîket: Fezayî, giştî, jûpîter, Parzemîn Solutions, Rêvebir, slide, tîr û jupîter, www.parzemin.com, zanistî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Damezirandina Yekemîn Radyoya Kurdî

Şoreşa Zanistî: Teleskopa James Webb û Komputerên Kûantûm Dîrokê Ji Nû Ve Dinivîsînin

10 Salên Dawî Erdhêjên Herî Mezin

Serkeftina mezin di dermankirina genetîkî de

Yamalı Peyzaj (Peyzaja Pînekirî)

Şîroveyekê bihêle