Ferîdun Ehbab: Vejîna Hunermend Ser Axa Welatê Wî Dibe

Huner mîna darê ye û her dem bi koka xwe ve girêdayî ye û rehên xwe ber dide axa xwe û şaxên xwe li ezmanê jiyanê dirêj dike.

Wisa hunermend Ferîdun Ehbab hezkirina xwe ji warê xwe re tîne ziman: bajarê Amûdê ku li paxila deşta Mêrdînê radizê.

Ferîdun li bajarê Amûdê ji dayik bûye û li wir mezin bûye û fêrî mûzîk û jiyanê bûye.

Destpêka hînbûna wî di sala 1976’an de, dema ew 7 salî bû çêbû. Ew yekî bextewar bû jiber ku birayê wî yê mezin li amûra cimbuşê dixist.

​Wekû ku Ferîdun dibêje, hunermendê navdar Seîd Yûsif xwedîyê bandora herî girîng ya di jiyana wî ya hunerî de bû.

Wî di sala 1983’an de, beşdarî koma Ronak ya sitranên folklorî bibû û di Newrozan de li tembûrê dida.

Ji sala 1986’an dest bi afirandina sitranên xwe yên taybet yên bi amûra udê kir û ji salên 1993’an ta 1995’an ve çend albûm derxistin.

Ferîdun di sala 1997’an li Amûdê bi tomargeha Dîlma albûmeke serkeftî ya bi navê “Ne Heyate” tomar kir.

Ferîdon Ehbab û hunermend Sei Yûsif
Ferîdon Ehbab û hunermend Sei Yûsif

​Wî di sala 1999’an xwendina xwe ya muzîkê li peymangeha Dr. Mihemed Ezîz Zaza li Qamişlo qedand.

Ew ji sala 2014’an vir ve, jiber rewşa tendirustiyê li Swêdê bi cîh bûye.

Ferîdun bi Amûdê û hevalên xwe yên hunermend yên wek Sefqan, Mihemed Xêr û Ehmed Silêman ve gelekî girêdayî ye û hîn wan di bîra xwe de tîne…

dengeamerika.com

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply